3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Serhedê berfê riya hezar û 385 gundan girt

Li herêma Serhedê ya bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfa zêde herî kêm rêyên hezar û 385 gundan hatin girtin.

Li bajarên Serhedê pileya germahiya hewa di bin sifirê de ye û bênavber berf dibare. Riyên gelek navçe, navend, gund û mezrayan hatin girtin. Hat zanîn ku heta niha herî kêm riyên hezar û 385 gundan hatine girtin. Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji ber şert û mercên nebaş ên hewa li seranserî bajêr riyên 272 tax û mezrayan hatine girtin. Di heman demê de hat ragihandin ku riya navçeya Mîksê ji ber xetereya aşûtê ji hatin û çûnê re hatiye girtin.

Li gorî agahiyên Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê; li Colemêrgê jî ji ber barîna berfa zêde riyên 59 gund û 181 mezrayan hatine girtin. Li Mûşê jî berfeke zêde bariya û heta niha riya 298 gundan hate girtin. Di heman demê de li Bedlîsê jî ji ber berfê riyên 302 gundan hatine girtin. Li bajarê Erziromê jî ji ber berf û bagerê rêyên 83 gundan, li Qersê riyên 16 gundan û li Agiriyê jî heta niha riyên 174 gundan hatine girtin.

Berfê, bandoreke zêde li bajarên Erdexan û Îdirê jî kir lê belê nayê zanîn bê ka li bajarên navborî jîngehên ku riyên wan hatine girtin hene yan na.