17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara qurbaniyên teqîna Pakistanê bû 93 kes

ji ber ku ew mizgeft bi piranî ji alî polîsan ve tê bikaranîn, guman hene ku êrîş li dijî polîsan pêk hatibe. Her wiha guman hene ku Talîbana Pakistanê ew êrîş pêk anîbe ji ber ku berê jî berpirsiyariya teqînên bi vî rengî girtibû ser xwe

Li gorî agahiyên Reuters’ê Komîserê bajarê Peşawer ê Pakistanê ragihand ku hejmara kuştiyên teqîna xwekujî ya ku li bajarê Peşawerê li bakurê rojavayê Pakistanê pêk hat gihîştiye 93 kesan, ev jî nîşan dide ku hîn termên di bin xirbeyan de hene.

Berdevkê nexweşxaneyeke bajarê Peşawer îro ragihand ku di teqînê de herî kêm 57 kesên birîndar jî hene ku rewşa gelekan ji wan  giran e.

Wekî tê zanîn doh êrîşeke xwekujî li dijî mizgeftekê pêk hatibû. Xwekujekî xwe di nava mizgefteke qelebalix de ya li navendeke ku bi giranî ji bo efserên polîsan tê bikaranîn de, teqand.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Peşawera li nêzî sînorê Afganistanê ye û ji ber ku ew mizgeft bi piranî ji alî polîsan ve tê bikaranîn, guman hene ku êrîş li dijî polîsan pêk hatibe. Her wiha li gorî daxuyaniyên rayedarên wî welatî guman hene ku Talîbana Pakistanê ew êrîş pêk anîbe ji ber ku berê jî berpirsiyariya teqînên bi vî rengî girtibû ser xwe. Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku ev tevger ji Talîbana Afganistanê cuda ye, lê hevalbendê wê tevgerê ye.