17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jina ciwan a bi navê Elîf Eren ji ber sedemeke ne diyar bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, bûyer duh bi şev li gundê Diki yê navçeyê pêk hatiye. Piştî malbat pê dihese Eren radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê tevî hemû hewldanan jî Eren nehat rizgarkirin.

Hat zanîn ku beriya çend salan xwîşka Elîf Eren jî bi heman rengî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.