19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guhertinên li girtîgehan di Rojnameya Fermî de hatin weşandin

Statuya ceyrana ku girtî bi kar tînin hat guhertin. Fatureyên ku heta niha ji aliyê girtiyan ve li ser statuya “ticaretxane” yê dihatin razandin wê ji niha pê ve li ser statuya “mesken” bên razandin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê, ji ber hin pêkanînên ku ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve di meriyetê de ne, mafên girtiyan tên bênpêkirin. Yek ji pêkanîna ku girtî gelek jê digazinandin statuya bi karanîna ceyranê bû. Li ser bertekên ku li dijî vê yekê hatin nîşandan biryara guhertina hin pêkanînên li girtîgehan di meriyetê de ne hat dayîn. Guhertinên ku pêk hatin di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Li gorî van guhertinan, Fatureyên ku heta niha ji aliyê girtiyan ve li ser statuya “ticaretxane” yê dihatin razandin wê ji niha pê ve li ser statuya “mesken” bên razandin. Bi vî awayî wê êdî girtî fatoreyên kêmtir razînin. Dîsa wê girtî bikaribin agirdankên (ocak) ceyranê li cem xwe bigirin. Her wiha di bin kontrola rêveberiyên girtîgehan de wê girtî bikaribin xurek û ji bilî agirdankê tûp jî li beşeke girtîgehê bigirin.

Li gorî sererastkirinê, bi şertê ku “derfetên fizîkî guncav bin” û “ji bo ewlehiyê nebe sedema fikaran” wê girtî bikaribin agirdankê ceyranê li ode û qawişên xwe bigirin û tûp jî li derveyî ode û qawişên xwe bigirin.