8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Anthony Blinken: ji bo aramiyê divê gavên lezgîn werin avêtin

Anthony Blinken di hevdîtina xwe ya bi Benjamîn Netenyahu re li ser rageşî û alozyên dawî ên li Filistînê rawestiya û got ku çi tiştê me ji çareseriya du dewletan dûr bixe, zirarê dide ewlehiya Îsraîlê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken roja duşemê piştî nîvro ji Misirê derket û li Balafirgeha Ben Gurion daket, ji aliyê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen ve hat pêşwazîkirin.

Blinken piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re daxwaz kir ku ji bo vegerandina aramiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de gavên bilez bên avêtin.

Blinken, piştî çend rojan ji aloziya bi xwîn di civîneke çapemeniyê de wiha got: “Em aniha daxwazê ​​ji hemû aliyan dikin ku gavên bilez bavêjin ji bo vegerandina aramiyê û kêmkirina aloziyê”

Blinken her wiha got, “Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo parastina statukoya cihên pîroz ên Qudsê didomîne û her tiştê ku me ji çareseriya du dewletî dûr bixe, zirarê dide ewlehiya demdirêj a Îsraîlê.”

Blinken daxwaz ji Îsraîlê kir ku piştgirîyeke berfireh bide ji bo planên reformkirina pergala dadweriyê ya ku bûbû sedema nerazîbûna israîliyan û ji alî bi hezaran kesan ve hatibû protestokirin.

Her wiha Blinken piştgiriya xwe ji bo “prensîbên bingehîn ên demokratîk” piştrast kir û wiha got: “Avakirina lihevhatinekê li ser pêşniyarên nû riya herî bi bandor e ji bo misogerkirina pejirandin û berdewamiya wan.”

Netanyahu jî di hevdîtina xwe ya bi Blinken re, daxwaz kir ku di diyaloga erênî ya di navbera her du welatan de pêşkeftin were kirin, da ku ew di meha bê de, bi nîqaşên bi Serok Joe Biden re li Qesra Spî, bi xêzkirina “nexşeya rê” ya hevbeş di navbera her du welatan de bi dawî bibe. Bi taybetî jî li ser  projeya nukleerî ya Îranê û projeya hegemonyaya herêmê.

Netanyahu û Blinken du hevdîtinên dirêj kirin, ya yekem bi amadebûna alîkaran, û ya duyem bi tenê, ku tê de behsa êrîşên ser depoyên fûzeyan ên li Îsfehanê kirin.

Di dawiya civînê de, Netanyahu got: Îsraîl dê her tiştî bike ji bo ku Îran nebe xwedî çekên nukleerî, yan jî mekanîzmayên şer pêş bixe ku rê dide çekên nukleerî bikar bîne, “Hevdîtina bi Blinken re di vî warî de erênî bû.

Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinê de Netenyahu bêtir li ser mijara serdana xwe ya Washingtonê, nûkleera Îranê û metirsiyên tevgerên Îranê rawestiyaye û cihekî berfireh daye wan mijaran da ku mijarên wekî guhertina hewcedariya guhertina pergala dadwerî û meseleya rageşiya bi Filistînê re zêdetir nebin cihê nîqaşên berfireh di navbera her du aliyan de.