19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê dest bi girtina alimên kurd û belûç kiriye

Xwepêşandan û serhildana gelên Îranê li seranserê Îranê û bi taybetî li bajar û navçeyên rojavayê Kurdistan û Belocistan bênavber didomin û gelek alimên sunî piştgiriya xwe ji xwepêşandêran re dikin.

Wisa dixuye ku rayedarên Îranê bi zexta li ser alem û melayên sunî hewl didin xwepêşandanan bêdeng bikin û dixwazin di vî warî de wan neçar bikin ku bi wan re hevkariyê bikin.

Rêberê ruhanî yê Belûç

Li gorî raporê ji herêmê didin xuyakirin roja doh Melewî Ebdulmecîd Murad Zahî, şêwirmend û endamê ofîsa Meulwî Ebdulhemîd Îsmaîl Zahî, hatiye girtin. Hêjayî gotinê ye ku Melewî Ebdulmecîd Murad Zahî rêberekî ruhanî yê Belûçî ye û xetîbekî bibandore.

Li Rojavayê Kurdistanê jî melayên Sunnî yên ku piştgirî didin xwepêşandanên herêmê mamoste Îbrahîm Kerîmî Nanleh û mamoste Luqman Emînî jî hatine girtin.

Bi 4 wesayitan riya wî girtin

Herwiha malpera Hal-Wash a opozisyona Belûç ku nûçeyên mafên mirovan ên girêdayî Belûçistanê dişopîne, nûçeya girtina Mewlewî Ebdulmecîd ragihand û nivîsî ku hêzên ewlehiyê bi “çar otomobîlan” ji bo girtina birêz Murad Zahî hatine şandin.

Heman çavkaniyê der barê mijarê de wiha nivisiye:  “Melawî Murad Zahî ji merasîma cenaze vedigeriya dema ku çar otombîlên hêzên ewlehiyê li ser cadeyê ew rawestandin û ew bi xwe re birin”.

Li gorî vê raporê, ji saziyên peywendîdar ên meqamê sunne hatiye xwestin ku bi pêşveçûnên li “Dadgeha Taybet a Melayan” rewşa wî were şopandin.

Ji aliyekî din ve ajansa fermî ya Îranê IRNA li ser çavkaniyeke agehdar ragihand ku Ebdulmecîd Murad Zahî, şêwirmendê Ebdulhemîd, hatiye girtin.