4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Werin em xwe (bûnê) binasin!

Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de em şevekê li dar dixin û konserekê didin. Banga me li dildar û şopdarên zimanê kurdî ye ku tev li şeva me bibin û bi beşdariya xwe piştgirî bidin -XWE-bûnê.

Pakistan, di encama têkoşîna ku li dijî Hindistanê dide de di sala 1947’an de dibe welatekî serbixwe. Pakistan dema ku serbixwe dibe ji herêma Pakistana Rojhilat ( Bangladeş) Pakistana Rojava (Pakistan) pêk tê. Di navbea her du herêman de ferqa ziman û çandê heye. Lê tevî vê yekê jî hikumeta Pakistanê ya demê zimanê bengalî qedexe dike û zimanê ûrdî weke zimanê fermî îlan dike.

Li dijî vê biryara hikumeta Pakistanê Tevgera Zimanê Bengalî tê destpêkirin û ji aliyê bangladeşiyan ve têkoşîneke xurt tê meşandin. Di çarçoveya vê têkoşînê de ji bo ku zimanê bengalî jî li welat bibe zimanê fermî çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Di 21’ê Sibata 1952’yan de hêzên leşkerî êrîşî van çalakiyên bangladeşiyan dikin û gelek xwendekarên zanîngehê yên daxwaza fermîbûna zimanê bengalî dikin  dikujin.

21’ê Sibatê

Ji ber vê sedemê di 17’ê mijdara 1999’an de ji aliyê Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê tê îlankirin. Ji salê ve li welatên mîna Tirkiye, Îran  û Sûriyeyê, ku zimanê kurdî li kurdan qedexe kirine, ji bo zimanê zikmanê kurdî çalakî tên lidarxistin û daxwaza fermîbûna zimanê kurdî tê kirin.

Bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî weke rojnameya Xwebûn ku ji bo parastin û ragihandina zimanê kurdî weşanê dikin em ê jî di 21’ê Sibatê de li Amedê şeva şahiyê li dar bixin û konserekê bidin. Bi vê şeva xwe em dixwazin bi xwîner û şopînerên xwe re bên gel hev û hesasiyetê ji bo zimanê kurdî bi pêş bixin.

Ji bo vê şevê me ji mehekê zêdetir amadekarî kirin. Amedekariyên me yên ji bo şevê êdî bi dawî bûne û niha xebatên me yên ji bo vexwendina dildarên zimanê kurdî yên ji bo şevê didomin.

Naveroka şevê

Şeva me wê li Dawetgeha Ayaz Elegance ya li Taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê bê lidarxistin. Hunermend Kadîr Çat û Koma Sorjiyan derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin. Her wiha ji bilî vê wê ji başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî gelek hunermend û nivîskarên me bi peyamên xwe tev li şeva me bibin. Hunermend piştî peyamên xwe wê bi stranên xwe jî reng bidin şeva me. Dîsa wê helbestkar jî bi helbestên xwe di şeva me de cih bigirin.

Navê hunermendên ku heta niha qebûl kirine bidîmen tev li şeva me, ya ku wê bi pêşkêşvaniya nivîskar û çîrokbêj Ayhan Erkmen û rojnameger Nevîn Alkan bê li dar xistin, bibin wiha ne; Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Kawa, Diyar, Beser Şahîn, Zozan û Hozan Aydin. Di şevê de wê der barê dîroka çapameniya kurd û zimanê kurdî de sînevîzyonekê jî bê nîşandan.

Banga tevlêbûnê

Herî dawî weke rojname banga me li dildar û şopdarên zimanê kurdî ye ku tev li şeva me bibin û bi beşdariya xwe piştgiriya herî mezin ji bo rojnameya XWE raber bikin. Bi beşdariya we wê Xwebûn hinek din mezin bibe.