17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helîkoptera Ukrayayê ket wezîrê hundir jî di nav de 16 kes mirin

Li gorî polîsên Ukraynayê, helîkoptera ku 16 kes di nav wan de Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê Denis Monastyrskij û 2 zarok di nav de, îro serê sibehê li herêma Kîevê li nêzîkî zarokxaneyekê ket xwarê

Li gorî polîsên Ukraynayê, helîkoptera ku 16 kes di nav wan de Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê Denis Monastyrskij û 2 zarok di nav de, îro serê sibehê li herêma Kîevê li nêzîkî zarokxaneyekê ket xwarê.

Polîsan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Agahiyên me li ser 16 kuştiyan hene ku 2 jê zarok in. Her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser kuştina Wezîrê Navxwe, alîkarê yekem û berpirsekî din ê payebilind ku di helîkopterê de bûn jî jiyana xwe ji dest dane.

Beriya niha, rayedarên Ukraynayê, ragihandibûn, ku hejmara qurbaniyan nehatiye diyarkirin, di encama ketina helîkopterekê de li nêzîkî dibistanekê li herêma Kîevê.

Waliyê herêmê Oleksiy Kuleba li ser malpera xwe ya dijîtal wiha nivîsî: “Li bajarê Brovary (bajaroka Kîevê yê rojhilat) helîkopterek li nêzî dibistana zarokan ket xwarê.”

Hêjayî gotinê ku der barê sedema ketina Helîkopterê de heta niha tu agahî nehatine parvekirin.