spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Brett McGurk bi rayedarên başûrê Kurdistanê re hevdîtin kir

Nûnerê Amerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk bi serokê Herêma Kurdistanê, serokê PDK’ê û serokê YNK’ê re civiya

Nûnerê Amerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk bi serokê Herêma Kurdistanê, serokê PDK’ê û serokê YNK’ê re civiya.

Duh Nûnerê Amerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk serdana Iraqê kir. Duh bi şev McGurk bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiya.

Danê siharê jî  McGurk li Hewlêrê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk civiyan û di civînê de behsa pêşketinên dawî yên siyasî ên li Iraqê, peywendiyên Amerîka yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û  Bexdayê hatin guftûgokirin.

Li gorî agahiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan her du alî axivîne, herwiha rewşa Herêma Kurdistanê û yekkirina hêzên pêşmerge jî hatiye guftugokirin.

Piştî wê Brett McGurk serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir, li gorî agahiyan di civînê de behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê, yekkirina hêzên pêşmerge, peywendiyên navbera herêm û Bexdayê hatine kirin.

Îro jî Brett McGurk li baregeha Mekteb Siyasî ya YNK’ê a li Hewlêrê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya. Li gorî medya YNK’ê di civînê de mijarên weke reform, hinardekirina dolar ya ji bo Îran, peywendiyên Herêm û Bexdayê hatine nîqaşkirin.