17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HDP’ê banga vekirina deriyên Îmraliyê kirin

Parlamenterên HDP'ê di çalakiya xwe ya li dijî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku dewamkirina tecrîdê dibe sedem ku krîzên li welêt kûrtir bibin û banga vekirina deriyên Îmraliyê kirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêkhatina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 20 roj in nobedê digirin. Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz û Ridvan Tûran dowîzên bin ivîsa “Bila hiqûq li Îmraliyê bê pêkanîn” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li pêşiya Meclîsê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bi bîr xist ku Ocalan 24 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û anî ziman ku 21 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Omer Ocalan got, “Desthilatdariya faşîst, ji sala 2015’an û vir ve hemû qanûn ku Kurd, Birêz Ocalan, siyaseta demokratîk jê sûd bigirin ji holê rakirine.”

Omer Ocalan ragihand ku kûrkirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, li her qadê krîzan giran dike û got, “Her qada jiyanê, ji aliyê aborî, siyasî û her awayî ve tengavî heye. Bi şer û binpêkirina mafên mirovan hewl dide li ser piyan bimîne. Yekane plan û soza AKP-MHP’ê ev e. Hewl dide bi êrîşên li ser civakê siyasetê bimeşîne. Em bi rengekî eşkere dibêjin, pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bêne çareserkirin, bi diyalogê dikarin bêne çareserkirin. Lê belê AKP’ê xwe şaş kir, di rêyeke şaş de diçe. Divê haya gelê me ji vê yekê hebe.”

Omer Ocalan anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan e, tecrîd li her qadê li dijî her kesî heye û got, “Em niha tecrîdkirî ne. Dorpêçkirî ne, çar aliyên me hatiye girtin. Ji vê avahiya Meclîsê qanûn têne amadekirin. Bêqanûniya herî mezin li vê derê destpê dike, zilm ji vir destpê dike.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku AKP’ê şert û mercên çareseriya demokratîk ji holê rakiriye û got, “Deriyên Îmraliyê vekin, bi navê malbatê em dixwazin mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Ev yek di heman demê de pirsgirêkeke siyasî û hiqûqî ye. Divê parêzer karibin hevdîtinê bikin. Ji bo jiholêrakirina krîzan, divê hevdîtin bêne kirin. Ji bo bikaranîna vî mafê xwe yê qanûnî, em ê heta dawiyê ji bo avakirina demokrasiyê têbikoşin.”