3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hemû polîtîka li ser dijberiya kurdan in

Berî çend rojan wezîrê karê derve yê Misirê diyar kir ku hewldanên asayîkirina têkiliyên di navbera wan û Tirkiyê de rawestandine. Wekî sedem jî neguherandina polîtîkayên li Lîbyayê da nîşandan. Piştî vê daxuyaniyê rojnameya Asharq Al-Awsat ku nêzîkî Birayên Misilman e nivîsand ku 34 endamên Birayên Misilman li Tirkiyê hatine girtin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê berê yê vê rojnameyê Hossam al-Ghamry jî di hesabê xwe yê sanal de diyar kir ku li mala xwe hatiye binçavkirin.

Berî du hefte jî li Suriyê hinek geşedan çêbûn. Hevdîtinên di navbera Suriye û Tirkiyê de ketin rojevê. Rayedarên Suriyê diyar kirin ku Tirkiye dixwaze têkiliyan ji asta rayedarên îstîxbarî bibore û derxe asta siyasî. Lê ji bo ku ev pêk were dixwestin ku Tirkiye hinek gavan bavêje. Piştî vê daxuyaniyê li Efrînê hinek geşedan çêbûn. Efrîna ku ji aliyê çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve dihate rêvebirin bi yek carê kete destê rêxistineke din a çete. Çeteyên HTŞ (Heyet Tahrîr el Şam) bi çekên giran ketin Efrînê. HTŞ di heman demê de ji aliye Tirkiyê ve jî wekî rêxistineke terorîst tê naskirin. Lê ev koma çete ya ku di dewsa El-Nusra de hatiye avakirin ligel maşîneyên zirxî yên artêşa Tirkiyê di nava Efrînê de tûr avêtin. Bi vê geşedanê Tirkiyeyê Efrînê ji Artêşa Azad a Suriyê girt û radestî HTŞ’ê kir.

Siyaseta derve ya Tirkiyê bi van  her du geşedanan diyar dibe. Li hêlekê endamên tevgereke ku li her deverî piştgirî didiyê, dixe girtîgehê; li hêlekê jî pêşiya rêxistineke ku ew bixwe jî wekî terorîst pênase dike vedike. Her du jî li ser daxwazên dewletên ku pirsgirêkan bi wan re dijî pêk tîne. Li ser xwesteka Misirê endamên Birayên Misliman digire, li ser xwesteka Suriyê jî rêya tesfîyekirina muxalefeta ku ‘rewa’ tê dîtin vedike. Ji bo Suriyê pirsgirêka şerê li hemberî rêxistinên  ‘terorîst’ tuneye. Koalîsyona navnetewî hinceta mudaxaleya xwe her tim li ser polîtîkaya dijberiya muxalefetê ava kir. Lê niha heke komên ku weke muxalîf têne pênasekirin tasfiye bibin tu hinceta ku koalîsyona navnetewî li hemberî derkeve namîne. Tirkiye ji bo bi Esad re li hev were niha zemîna vê ava dike.

Di esasê van her du polîtîkayan de dijberiya kurd heye. Tirkiyê her çiqasî hewl da ku mudaxaleyî Rojava bike û statuya wir bi tevahî hilweşîne jî ji raya giştî destûr negirt. Ne ji NATO ne jî ji Şangay destûr girt. Bêguman ev her du rêxistin ji bo Tirkiyê ligel xwe bigirin çavên xwe ji gelek polîtîkayên Tiriyeyê re digirin. Mesela her du alî li hemberî suîkastên ku Tirkiye li Herêma Kurdistan a Federe û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne dengê xwe nakin. Her du alî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng dimînin. Sedema ku destûr nedan Tirkiye êrîşî Rojava bike jî gumanên wan bûn. Her du alî jî pê ne bawer bûn ku bi êrîşa Tirkiyê, serkeftinek çêbe û polîtîkayên xwe bixin meriyetê. Di êrîşîn berî niha de Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê dewletên Rusya û DYE weke garantor didîtin û li wan guhdar dikir. Lê vê carê Rêveberiyê li hemberî bêdengiya dewletên garantor bertek nîşan da û bersiv da êrîşên Tirkiyeyê. Ango êdî baweriya Rêvaberiya Xweser bi xwe hebû û peyama berxwedanê da. Vê helwestê dewletên din jî xistin nav tevgerê.

Tirkiyê piştî ku bersiveke xurt a erênî ji van aliyan negirt niha dixwaze bi dewletên herêmê re li ser tunekirina kurdan li hev were. Bi polîtîkaya dawî peyam ji Esad re dişîne û dibêje: “Binêre ez çeteyên xwe tasfiye dikim, jixwe ev komên din jî terorîst in. Ez jî wan naxwazim. Rêveberiya Xweser jî dixwaze xwestekên xwe li ser te ferz bike. Tu jî wan naxwazî. Were em li hev werin û bi hev re van koman tune bikin.” Vekirî nabêje ‘em li hemberî kurdan şer bikin’ lê esasê vê lihevhatinê li ser şerê dijberiya kurdan pêk tê.

Heman tişt ji bo polîtîkaya li hemberî Misirê jî derbasdar e. Ev demeke dirêj e, têkiliyên kurdan bi ereban re xurt dibin. Yek ji dewletên ku kurd têkiliyên dîplomatîk pêşdixin jî Misr e. Hem derdorên hiqûqnas hem jî derdorên akademîk têkoşîna gele kurd nas dikin û her dixwazin têkiliyên xwe zêde bikin. Di vê çerçoveyê de xwedîderketina li têkoşîna gelê kurd jî zêde dibe. Ev rewş qet li xweşa Tirkiyeyê naçe. Lewma ji bo bi Misrê re carek din têkilî deyne û xwestên xwe li ser Misrê ferz bike aşkera dike ku ew ji her gavavêtinê re amade ye. Berî ku Erdogan biçe serdana Suudî Arabistan li ser xwestekan weşana Mekameleen TV (weşana alîgiriya Birayên Misilman dike.) li Tirkiyê hatibû rawestandin. Niha jî endamên Birayên Misilman dixe girtîgehê.

Erdogan li kolanan digot ‘Esedê kujer, Sîsiyê darbekar’. Lê niha ji bo ku xwe bi wan şîrîn bike çi ji destî wî tê dike. Alîgirên xwe bi rihetî feda dike. Ji bo li hemberî kurdan bi ser bikeve tu rêgezî esas nagire. Li cihekî dibêje me PKK qedand, li cihekî jî dibêje ‘10-15 zarokên her PKK’yî hene.’ Bi vê axaftina xwe dide nîşandan ku hemû kurdan PKK’yî dibîne. Her tim dibêje “Em li hemberî PKK’ê şer dikin ne li hemberî kurdan.” Lê bi vê axaftina xwe êdî eşkere dibêje ku li hemberî kurdan hemûyan şer dike. Polîtîkaya xwe ya derve û hundir jî li ser vê ava dike.