5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber parvekirina stranên kurdî 3 sal ceza li K.Î hat birîn û hat girtin

Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dortyolê, bi hinceta ku stranên kurdî di weşana xwe ya zindî ya li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kiriye 3 sal cezayê girtîgehê li K.Î birî.

Li navçeya Dortyol a Hatayê, bi hinceta ku di 22’ê sibatê de ji bo Kongreya Giştî ya HDP’ê çûbû Enqerê û di rê de di weşana xwe ya zindî ya li ser hesabê xwe yê medya sanal de stranên kurdî parve kiribû der barê welatiyê bi navê K.Î de bi angaşta “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna der barê K.Î de bi dawî bûbû û doz lê hatibû vekirin û dozname jî ji aliyê Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dortyolê ve hatibû qebûlkirin.

Di çarçoveya dozê de K.Î di 15’ê adarê de îfade dabû Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dortyolê û ev tişt gotibûn: “Roja bûyerê em bi otobusê diçûn kongreya HDP’ê. Di otobusê de dema ku hunermendê kurd ê herêmî A.E. stranên kurdî got ez di Facebookê de ketim weşana zindî. Qet li naveroka stranan hay nebûm. Min nizanibû ku naveroka wan propaganda ne. Min bi armanca pezindayîna rêxistinê parve nekir.”

Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hamdullah Yagiz Kesen, tevî van îfadeyan jî di 23’ê îlonê de di dûrişmeya biryarê de bi angaşta “propagandaya rêxistinê” 2 sal ceza li K.Î hatiye birîn. Bi angaşta ku ev angaşta propaganda bi rêya “çapamenî û weşanê” hatiye kirin cezayê K.Î derxist 3 salan. Piştî ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin K.Î di 31’ê cotmehê de hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ceza ya Silhê ve hat girtin.