5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karayilan ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bang kir

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) Mûrat Karayilan Mûrat Karayilan, bersiv da daxuyaniyên redkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên rayedarên tirk û ev bang kir: “Heke hûn paqij in derfet bidin heyetên serbixwe.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) Mûrat Karayilan, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa tirk ve nirxandinan kir. Karayilan, diyar kir ku di daxuyaniyên wan ên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de mezinkirin û şaşî tunene û bal kişand ser gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar ku gotibû “Me gaza îsotê bi kar anî” û ev tişt gotin: “Jixwe gaza îsotê jî madeyeke kîmyewî ye. Li gorî hiqûqê şer bikaranîna wê ya di şeran de sûcê şer e.”

Di berdewamê de Karayilan, bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên tirk ên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de û ev bang kir: “Herî dawî dema ku belgeyên şênber hatin nîşandan, bêyî ku lêkolîn-lêpirsînek bikin gotin ku ev propagandaya PKK’ê ye û red kirin. Dibêjin ku artêşa me paqij e; di envantera me de ev çek tunene. Bi derûniya sûc pê re red kirin. Ez jî dixwazin banga gelek siyasetmedarên û kesên alîgirên mafê mirovan ên nirxdar dubare bikim. Heke hûn dibêjin artêşa me paqij e û tiştek wiha tuneye; wê demê derfet û ewlehiyê bidin ku bila heyetên serbixwe bên cihê bûyerê. Bila ev heyet lêkolînan bikin û her tiştî derbixin holê. Heke hûn paqij bin wê wiha paqijiya we jî derkeve holê.”