20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hemû serlêdanên ji bo aqûbeta Nazim Babaoglu red kirin

Xizmên Windayan, di hefteya 788’an de li aqubeta xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê, rojnamger Nazim Babaoglu pirsîn.

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Amedê di hefteya 788’an de civîyan. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û aqûbeta wan pirsîn. Di çalakiyê de, ji derveyî endamên rêxistina bajarê Amedê ya DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman got: “Îro em kesên ku di komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane û di bîra Kurdan de xwedî cihekî bi êş in bi rêzdarî bi bîr tînin. Di vê erdnîgariya ku şer lê serwer e, em ê bi berdewamî bibin dengê aştiyê.” Masîde Ocak jî ev tişt anî ziman: “Em windakiriyên xwe dixwazin, ji bo hezkiriyên xwe yên ku hebûna wan tê înkarkirin em edaletê dixwazin. Em bi kîlometreyan ji hev dûr bin jî bi heman baweriyê bi heman daxwazê her roja Şemiyê em li vir in. Heta windakiriyên me neyên dîtin em dest ji têkoşîna xwe bernadin.” Xizmên windayan di çalakiyê de aqubeta xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu ku di sala 1994’an de polîsan ew winda kir pirsîn. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Berfîn Elçî çîroka Babaoglu xwend.

“Nazim Babaoglu di sala 1974’an de li navçeya Siwêrega Rihayê ji dayîk bûye. Di sala 1991’ê de piştî ku dibistana Amadeyî ya Rihayê ya Tîcaretê temam kir, di 19 saliya xwe de di buroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Nazim Babaoglu weke rojnamevan di sala 1992’an de dest bi xebatê kir, di heman demê de li rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Xebatkarên Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê li herêmê der barê sûcê hêzên paramîlîter û cerdevanan de nûçe weşandibûn. Yek ji wan nûçeyan jî der barê çar kesên ji eşîra Bucak ku li Siwêregê bi ser mala mamosteyek erkdar de girtin û êrîşa zayendî li hemberî mamoste û xwişka wê pêk anîn de hatibû weşandin. Piştî ku ev nûçe hat weşandin li derdora rojnameyê kesên gumanbar digeriyan, xebatkarên rojnameyê, buroya rojnameyê ya li qata heftan şibakên xwe hesin kiribûn. Xebatkarên rojnameyê der barê ewlehiya canê xwe de serî li saziyên fermî dan lê belê serlêdanên wan bêbersiv ma û tu tedbîr nehatin girtin.

Herî dawî sibeha 12’ê Adara 1994’an çû çapxaneyê. Xebatkarê rojnameyeke herêmî ya Siwêregê û nûnerê Ajansa Anadolu (AA) Murat Yogunlu bi telefonê li Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê digere. Murat Yogunlu ji rayedarên rojnameyê re dibêje ku der barê cerdevanên li Siwêregê de nûçeyek pir girîng heye û divê teqez nûçegihan bişînin. Nazim Babaoglu ji bo şopandina nûçe diçe çapxaneyê Siweregê û bi Murat Yogunlu re hevdîtinê dike. Li gorî gotinên şahidan Nazim Babaoglu dema diçe cihê karê xwe yê bi navê Çapxaneya Îrfan ji aliyê cerdevanên Eşîra Bucak ve bi darê zorê tê derxistin, li wesayîdekê siwar dikin û dibin mala Sedat Bucak. Ji 12’ê Adara 1994’an û vir ve tu agahî ji Nazim Babaoglu nayê girtin.

‘Ev ciwan rojnameger e’

Li gorî şahidan di binê mala Sedat Bucak de cihek weke hucreyan heye û gelek kes li vê derê tên girtin. Hinek kesên ku di mala Sedat Bucak de dihatin girtin û hatin berdan, Nazim Babaoglu li wê derê dîtibûn û dengê wan bihîstibûn çi jê pirs kirine û çi gotine. Di rojên ku Nazim Babaoglu hat girtin de li Rihayê Huseyîn Taşkaya û du kesên din ji aliyê cerdevanan ve hatibûn windakirin. Azîz Taşkaya dema ku ji bo birayê xwe yê winda Huseyîn Taşkaya bibîne çûbû mala Sedat Bucak li wê derê Nazim dibîne û piştî çend rojan dema ku wêneyên wî di rojnameyê de dibîne nas dike û dibêje ku Nazim dîtiye û dema pirs dikirin, digotin kî ye digotin ev ciwan rojnameger e.

Yên ku di heman malê de hatin girtin û piştî lêpirsînê dihatin berdan dihatin rojnameya Ozgur Gundemê tiştên ku dizanibûn digotin. Bavê wî rastî gefan hat şahidên ku dîtine Nazim Babaoglu nêzî 20 rojan di destên Bucakan de bi saxî maye û bi wesayîdek wî li Rihayê gerandine û lêpirsîn hatiye kirin. Li ser van agahiyan bavê Nazim Îbrahîm Babaoglu doz vekir û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, gef lê hat xwarin. Bav û dayika Nazim Babaoglu jî piştî windabûna Nazim bi Sedat Bucak re hevdîtin dikin.

Piştî hevdîtinê bi qasî mehekê, li kêleka çemê Firatê cenazeyek tê dîtin. Polîsên ku bi îdiaya Nazim Babaoglu ye destûr nedan malbata ku xwest biçe cihê bûyerê û lêkolînê bike, bêyî nasname diyar be li goristana bêkesan defin dikin. Her çend car caran şahidên der barê Nazim de digihîştin malbatê jî ev şahid naxwazin îfadeyê bidin saziyên fermî.

Heû serlêdan hatin redkirin

Tevî hemû serlêdanên malbatê û ruxmê şahidan jî di doza Nazim de tu pêşketin çênebû. Malbata ku bi riya qanûna hindirîn tu encam bi dest nexist, dozê bir AÎHM’ê. Doza Nazim Babaoglu hê jî li AÎHM’ê di qonaxa biryardayînê de ye. Em weke parêzvanên mafên mirovan tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryarên wan bên eşkerekirin, bernadin. Lêgerîna me ya edalet û heqîqetê wê heta windayên me yên dawî bên dîtin, bidome.”

Çalakî, piştî rûniştinê bi dawî bû.