9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê 990 hefte nin aqûbeta windayan dipirsin

Dayikên Şemiyê 990 hefte nin ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan li dar dixin. Vê hefteyê aqûbeta Yusuf Eriştî yê di sala 1991’an de polîsan ew li Stenbolê winda kirin pirsin.

Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 990’an de ji bo aqûbeta xizmên xwe ên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin û kiryar bên darizandin, li Qada Galatasarê bûn. Di çalakiya parêzvanên mafê mirovan piştgirî dide de, Dayikên Şemiyê di hefteya 990’an ya çalakiya xwe de aqubeta Yusuf Eriştî yê ku di 14’ê Adara 1991’an de li derdora Belgradkapî ya li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û êdî tu xeberek jê nehate girtin pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê Fatma Asalan xwîşka Murat Asalan ku di sala 1994’an de di bin çavan de hatî windakirin ve hate dayîn. Fatma Asalan diyarkir ku ev 990 hefte ye ji bo pirsîna aqubeta kesên di bin çavan de hatin windakirin, fail û berpirs werin tesbîtkirin têkoşînê dikin û bal kişand ku li cihê daxwazên rewa bi cih bîne ji aliyê rayedarên dewletê ve pêvajoya înkar û bê cezatiyê berdewam dike.

Fatma Aslan da zanîn ku Yusuf Eriştî yê 30 salî di dema 12’ê Îlonê de piştî 2 salan di girtîgehê de mabû, gelek caran hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin û wiha got: “Yusuf Eriştî di dîroka 14’ê Adara 1991’an de, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û birin Şaxa siyasî ya Muduryeta Gayrettepe. Parêzerê Yusuf Eriştî, Fethiye Pekşen wê demê ji bo bîbîne çû emniyetê, lê belê hevdîtin pêkneanî.” Fatma Aslan da zanîn ku piştre binçavkirina Yusuf Eriştî hate înkarkirin. Fatma Aslan bibîr xist ku Mahmut Alinak di dema 1991’an de  parlementer bû, derbarê rewşa Yusuf Eriştî bi daxwaza serokê demê Yidirim Akbulut  bi bersîvîne pirsyarname daye, lê belê wezîrê wê demê yê karê hidir di bersiva dayî de gotiye: “Yusuf Eriştî nehatiye binçavkirin. Tiştên ku di pirsyarnameyê de tê îdeakirin bi rastiyê ve tu eleqeya xwe nîne.”

Fatma Asalan destnîşan kir ku malbatê ji bo dîtina Yusuf Eriştî têkoşîn kiriye, lê belê ev hewldan bê encam maye. Fatma Aslan da zanîn ên ku Yusuf Eriştî qetilkirin bi cezatiyê hatin parastin û got: “Çend sal derbas bibe, bila be jî emê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin.”

Piştre xwişka Yusuf Eriştî, Sevim Eriştî bi çavê tije rondîk got: “Bavê min heta nefesa xwe ya dawiyê kurê xwe xwest lê kesî ew neanî.”

Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê qornefîlên di destê xwe de danîn Qada Galatasaryê û çalakî bi dawî bû.