8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Plana Helebceyên nû heye

KNK’ê bi wesîleya salvegera 36’an a komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû hêzên kurdistanî kir ku bêdeng nemînin û rê nedin planên komkujiyên nû.

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku dagirker plan dikin ku Helebceyên nû pêk bînin û ji bo pêşî li komkujiyan were girtin û berjewendiyên gelê Kurdistanê bên parastin, bang li hemû hêzan kir ku bêdeng nemînin.

Rejîma faşîst a Sedam di sala 1988’an de li Helebceyê li dijî gelê sivîl bi çekên kîmyewî komkujî pêk anîbû. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 36’an a komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 16’ê Adara 1988’an di êrîşa bi çekên kîmyewî ya li ser bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê de bi hezaran kurd hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn û koç bûn.

KNK’ê destnîşan kir ku Komkujiya Helebceyê nîşanî hemû cîhanê da ku dijminahiya li hemberî gelê kurd çiqas kûr e û got ku bi hezaran, Kurd, jin, mêr, zarok û kal bi çekên kîmyewî bi hovane hatin qetilkirin.

KNK’ê wiha got: “Ev komkujî li ber çavê hemû cîhanê hat kirin, lê ti dewlet li dijî vê yekê nerabûn. Neteweyên Yekbûyî, DYA, Ewropa û welatên din li dijî vê komkujiyê bêdeng man. Tenê dema rejîma faşîst û dîktator a Sedam, ji bo berjewendiyên xwe weke gef dîtin, dengê xwe bilind kirin.

Îro heman senaryo ji aliyê dewletên dagirker ve tê dubarekirin. Di van rojan de di serî de dewleta tirk, dewletên dagirker, rejîma dîktator û nîjadperest a AKP-MHP’ê ji bo li dijî gelê Kurd qirkirin û komkujiyên nû pêk bîne, planên nû amade dike û dixwaze van planên xwe bixe pêk bîne. Tê plankirin ku hikûmeta navendî ya Iraqê jî, di halêhazir de hikûmeta herêmî jî tevlî van planan bibin û hêzên PDK’ê jî di nîva van planan de cih digirin. Ev plan li her çar parçeyên Kurdistanê gefê li gelê Kurd dixe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li partiyan hate kirin û wiha hate gotin: “Lewma em bang li hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, welatparêz û kesên bi wijdan dikin ku li dijî planên dagirkeriyê hewlest nîşan bidin û bêdeng nemînin. Encex bi vî rengî em dikarin xwedî li şehîdên Helebceyê derbikevin. Encex bi vî rengî em dikarin pêşî li komkujiyên mîna Helebceyê bigirin û berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.

Em şehîdên Helebceyê bi hemû hestên xwe yên welatparêziyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî wezîfeya ku dikeve ser milê me xurt bikin û li dijî dijminê qirker û kujer têbikoşin.”