3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her dem kurdî

Hewldanên ji jiholêrakirina zimanê kurdî berdewam in; tenê rê, rêbaz, amûr û plansaziyên xwe guherandine. Lewre ji bo kurdî bibe xwedî statu divê hemû partî û saziyên kurd  bi rihekî seferberiyê bixebitin

Dagirkerên li Kurdistanê ji destpêkê heta niha armanc kirine ku kurd û Kurdistanê ji her milî ve ji holê rakin ku navê kurd û Kurdistanê di nava dojeha wan de bisoje û nemîne. Bêguman dagirker gelek baş pêhesiyane ku ev yek beriya her tiştî û bi taybetî bi jiholêrakirina zimanê kurdî pêkan e. Wan baş zaniye heta ku zimanê kurdî li ser rûyê vê gerdûnê hebe kurd û Kurdistan jî dê hebin û ne pêkan e ku ji holê rabin. Ji ber vê gelek hemû hewldanên cur bi cur ên jiholêrakirina zimanê kurdî armanca jiholêrakirina kurd û Kurdistanê di nava xwe de vedişêrin…

Divê em tu car ji bîr nekin ku di dîrokê de neteweyeke ku ji aliyê dagirkeran ve herî zêde rastî tevkujiyên cur bi cur hatiye kurd in. Bi taybetî bi armanca jiholêrakirina kurd û Kurdistanê, herî zêde û bi taybetî kurdîkujî bi pêş ketiye. Anku dagirkeran beriya her tiştî û bi taybetî hewl dane ku zimanê kurdî û nirxên kurdewar ên xwebûnî, xweser û xewmalî ji holê rakin. Bi vê armancê li Kurdistanê di asta hovîtiyeke herî hov de li ser zimanê kurdî û nirxên kurdewar ên neteweyî tunehesibandin, qedexekirin, zext, zordarî, sînordarkirin, dorpêçkirin, dortengkirin, qutkirina ji gelî, pişaftin, helandin û jiholêrakirin pêk hatine û ev yek hê jî berdewam dike.

Armanca dagirkeran herçiqas ji ber qedîmbûna zimanê kurdî û gelek sedemên din ên dîrokî û bi taybetî jî ji ber têkoşîna bêhempa ya gelê kurd a van 50 salan pêk nehatibe û bi ser neketibe jî sed heyf û mixabin li gelek cihên Kurdistanê pişaftin û helandin bi pêş ketiye…

Kurd(î)kujiya nûjenkirî

Dagirkeran hê jî dest ji armanca xwe ya jiholêrakirina zimanê kurdî bernedane; tenê rê, rêbaz, şêwaz, amûr û plansaziyên xwe guherandine. Hovîtiyên li ser ziman û nirxên kurdewar bi awayekî nûjenkirî û rojanekirî hê jî berdewam dikin.

Divê em careke din bi bîr bînin ku heta ku kurdî li her derê Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn ji her milî ve serwer nebe û hêviya hêzên ku dixwazin zimanê kurdî bi kiryar, rê û rêbazên nûjen û rojanekirî di nava sînorên diyar kirine de dorpêç û dorteng bikin, ji civaka kurd û jiyana kurdewar veqetînin, di nava ‘qefes’an de bêhilm û henase bihêlin û di nava demê de bihelînin û ji holê rakin neyê şikandin û ev miraza wan di qirika wan de neyê hiştin û heta ku zimanê kurdî nebe xwedî statuyeke fermî ya navxweyî û navneteweyî, di hemû merheleyan de nebe zimanê perwerdehiyê û di hemû qadên fermî, giştî, civakî û jiyanî de hem bi devkî hem jî bi nivîskî neyê bikaranîn gef û xetereyên micîd ên li ser zimanê kurdî ji holê ranabin.

Sed mixabin û hezar heyf ku ligel qedîmbûna zimanê kurdî û têkoşîneke bêhempa ya bi dehan salan e rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê di nava xetereyeke mezin de ye. Di roja me de, ne tenê li bajarên bakûrê Kurdistanê, li mezra û gundên li bakurê Kurdistanê jî jiyana kurdî û kurdewar li bin gef û xetereye mezin a dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin, ‘qefeskirin’, helandin û jiholêrakirinê de ye. Pişaftin û helandin êdî li her derê belav bûye û tê xwestin ku ev rewş bê ‘normalîzekirin’ û ‘entegrasyon’eke kurfîkujer/kurdkujer/Kurdistankujer pêk bê…

Têkoşîneke kurdîger a tevahî

Helbet dema ku rewş ewqas kambax û dilsotîner be bersîva pirsa ‘divê kurd ji bo zimanê xwe çi bikin?’ û pêkanîna pêwîstiyên wê ji bo kurdan ji hemû tiştî girîngtir û lezgîntir e.

Beriya her tiştî divê baş bê zanîn ku; têkoşîn û xebatên parastin û pêşxistina kurdî tenê bi çend saziyên kurdî, kes û derdorên ku bi taybetî xebatên kurdî dimeşînin naçe serî, bi ser nakeve. Têkoşîn û meşandina xebatên zimanê kurdî erk, peywir û berpirsyariya me hemû kurdan û mirovahiya birûmet e.

Em aşkera û zelal bibêjin ku; di rewşeke ku nirxekî herî qedîm, giranbiha û pîroz ê xwebûnî û gerdûnî zimanê kurdî di dorpêçkirina kujiyê de ber bi tunebûnê ve tê kaşkirin û hewl tê dayîn ku ji holê bê rakirin de, kî be bila bibe, niyet çi be bila bibe, kurdeke/î ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî her dem û li her derê di asta herî jor de nava hewldanê de nebe, kedekê nede, têkoşîn û xebateke piralî, şênber û domdar nemeşîne, ne tenê rûreş, şîrheram, bêbext û xwekuj e, di heman demê de hevpara/ê kurdîkujî/kurdkujî/Kurdistankujiyê de ye; kujera/ê ziman, mak, netewe û mirovahiya xwe ye. Mirov biêşîne jî rastî ev e û divê em ji vê rastiyê nerevin, ji nedîtî ve neyên, ji bo ku nekevin rewşeke wiha dilsotîner an jî xwe ji rewşeke wiha dojehî rizgar bikin çi pêwîst be pêk bînin.

Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin û ji niha û pê de ji her demê zêdetir û wêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û ji bo serketin û serfiraziya zimanê xwe têbikoşin.

Li ser vê bingehê; di serî de hemû tevger, partî, kom, sazî, platform, însîyatîf û derdorên ku li ser navê kurdan tevdigerin; hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermendên kurd û hemû gelê kurd û tevahiya mirovahiya birûmet divê li dijî kurdîkujiyê di asta herî jor de têkoşîneke bêhempa ya parastin û pêşxistina kurdî her kêliyê û li her qadê bilindtir, kûrtir û firehtir bikin; hewara zimanê kurdî û nirxên kurdewar bibihîsin, ala têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin, ji bo vê pêşengiyê bikin.

Bi awayekî şênber; ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û li her derê Kurdistan û cîhanê belav bibe, divê kurd bi giyanê seferberiyê bixebitin, bi hişmendî û nêzîkatiyeke strajejîk têkoşîn û xebatên zimanê kurdî bimeşînin. Ji bo vê jî divê di serî de, divê hemû tevger, partî, kom, sazî, dezgeh, platform û derdorên kurd stratejiya xwe ya zimanê kurdî ya xweser, giştî û hevpar diyar bikin; bi awayekî bingehîn, domdar, şênber, encamgir û mayînde, plansazî, bername û karnameyên xwe yên berfireh ên cur bi cur ên navxweyî û civakî amade bikin û pêk bînin. Ji bo serketina wan, di asta herî jor de kadro û xebatkaran veqetînin, lijne, kom û saziyên xweser saz bikin, cih û warên taybet ava bikin/peyda bikin, razemenî, abori û derfetên din ên pêwîst pêk bînin; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, her tax, gund, kolan û malekî bikin kurdîgeh; zarok, ciwan, jin, mêr, ji du salî heta sed û du salî li her derê û her kêliyê kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê bi kurdî bifikirin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.

Ji bo parastin, pêşxistin û statuzekirina zimanê kurdî divê her kurdeke/î li Kurdistanê û li her derê cîhanê bibe şoreşger, têkoşer, dewrêş, şervan û gerîlayekî zimanê kurdî; bibe kurdîger û têkoşîna zimanê kurdî bi serketin û serfiraziyê tacîdar bike û ala zimanê kurdî li esmanê Kurdistan û mirovahiyê bilind bike.

Dem, li her derê Kurdistan û cîhanê, bi giyanê seferberiyê, dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî û nirxên kurdewar ên giyanazad in…

Dem dema zimanê kurdî ye!

Her dem kurdî, li her derê kurdî!