spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo rojane çend kurd ji A heta Z yê ji xwe dipirsin?

Her roj çend kurd têkildarî jiyana xwe û mafê xwe ji A heta Z yê pirsan ji xwe dipirsin û li bersîvê wan digerin?

Axa me tevî sererd û binerdên xwe heta kengî wê bê talankirin û em ê lê temaşe bikin?

Bêrêzî li hemberî mafên me yên herî bingehîn û jiyanî çima tê kirin?

Cîranên me çima neyarên me yên herî xedar in û tevî vê yekê jî em wan wek neyar nabînin?

Çima em kurd nikarin bibin yek û gurên hev in?

Dewletên dagirker çima dikarin kurdan ji bo xwe bi kar bînin?

Em ê heta kengî nîrê koletiyê li ser xwe bipejirînin?

Êşa gelê me çima nabe êşa me bi xwe?

Fikir û bîrûbaweriya birêvebirên kurdan çima nagihêjin hev?

Gelo bindest û kolebûn çima bûye para me?

Heta kengî em ê ji neyarên xwe re dost, ji dostên xwe re neyar bin?

Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye li dijî kurdan hev digirin, em ê kengî li dijî wan hev bigirin?

Îrana îslamî her roj ciwanên me bi dar ve dike, ji bo em dawî lê bînin em çi dikin?

Ji bo çi partî û rêxistinên kurdan ji bo rizgariya Kurdistanê nabin yek?

Kurdistan bi sererd û binerdê xwe rojane tê talankirin, em ê çawa vê talanê rawestînin?

Li her aliyê cîhanê kurd hene, lê dîplomasiya herî bêencam çima ya kurdan e?

Mafê tayînkirina qedera xwe çima ji her gelî re heye, bes ji kurdan re tine ye?

Neft û madenên kurdan heta kengî wê biherikin bêrîka neyaran û bibin çek û li me vegerin?

Ola îslamê çima ji miletên din re azadî, lê ji kurdan re bindestî tîne?

Piştgiriya dewletên cîhanê çima ji dagirkerên me re dibe lê ji me re nabe?

Qey em kurd bêdîrok, bêçand, bêkevneşopî û bênirx in ku em azad nabin?

Rêber û serokekî kurdan ê nehatiye kuştin, sirgonkirin an zindanîkirin heye gelo?

Sed sal in em bindest in, hîn çend salên din emê cilika bindestiyê bidin ser rûyê xwe?

Şerê kurd li hemberî dagirkeran sed sal in dimeşînin gelo çima nagihêje serkevtinê?

Tirk tîpeke alfabeya kurdî qebûl nakin, em çima dev ji bikaranîna zimanê wan bernadin?

DYA qaşo dost e, çima qada hewayî li balafirên tirkan qedexe nake?

Û çima em ê bi hezaran şehîd ji bo Ewropa bidin, lê ew wê me hîn jî wek terorist bi nav bikin?

Vejîna kurdan a hemdem fêde da herkesî, lê çima neda kurdan ku pê azad bûbûna?

Welatên neyaran ma dikarin ji me re bibin welat?

Xweziya me ma ne divê ne berjewendiya şexsî, lê ya giştiya Kurdistanê be?

Yek bi yek dijmin me û nirxên me tine dike, ma ne ji ber neyekbûna me ye?

Zimanê kurdî nasname û rûmeta me ye, kengî em ê di her qada jiyanê de bi kar bînin?

***

Heyfa min bi çanda me ya dewlemend -a wek zeryayeke bêserî û bêbinî nirxdar tê ku li ber çandeke dizekiyê bêxwedî û bêkes tê hiştin. Gava ez dibînim kurdek bi dilxweşî straneke tirkî dibêje yan di dawet û şahiyên xwe de xwe li ber gotinên reqsên tirkî dihejîne, heyfa min bi hemû hebûna me tê. Heyf mixabin çanda me bi destê kurdên nirxnezan dikin qurbanê çandake dizek. Çanda îro li Tirkiyê wek çanda tirk pêşkêşî gelan û bi taybetî kurdan dikin sedî sed çandeke dizekiyê ye. Ji kurdan, ermeniyan, asûriyan, çerkesan, lazan, gurciyan, yewnaniyan, îtaliyan, fransiyan û ji gelek gelên din stran, govend, xwarin, sîneme, huner, pirtûk, kevneşopî, cejn, ziman û hema her tişt dizîn, kirin ê xwe û firotin wan gelên ji wan dizîne û ew gel jî wiha pê xapiyan ku qey bi rastî çandek li holê heye û ji çanda xwe wek kurdan, ermeniyan, asûriyan dûr ketin û xwe bi vê çanda dizek ve girê dan. Heyfa min pê tê ku çanda gelên nişteciyên Kurdistanê a ji ava zeryayan gurtir û dewlemendtir li ber vê çanda dizek ji aliyê xwediyên wê ve bêxwedî tê hiştin.

Kurd zimanê xwe yê dewlemend, dîrokî, wêjeyî ê melodîk didin aliyekî û bi zimanê neyar ê buxçika pîne pîne ku her peyvek ji zimanekî din hatiye dizîn digirin û heyf mixabin bi wê yekê xwe dilxweş dikin, pê pirtûkan dinivîsin û navê nivîskariyê bi pey xwe dixin.  Heyf mixabin!

Divê kurd her roj ji A heta Z yê ji xwe bipirsin û êdî ji xewa bindestiyê rabin. Sed sal derbas bûn, divê em jî azad bibin û bila ev çanda dewlemend a nirxê mirovahiyê venemire û neçe!