28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozturk: Rabe dema azadî û serkeftinê ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku dê îsal Newrozê bi şiyara “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîroz bikin û bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li dijî şer, nijadperestî, yekperestî û faşîzmê dakevin qadan û ji bo azadiyê yekîtiya xwe xurt bikin.

Gelên Kurdistanê dê îsal agirê ewil ê Newrozê di 15’ê Adarê de li warê Mazlum Dogan li Navçeya Depê bi mitîngekê pîroz bikin. Di heman rojê de dê Agirê Newrozê li ser bircên Sûrê meşaleya Zekiye Alkan geş bikin û li Keleha Kadifeqaleyê jî pêtên agirê Rahşan Demîrel hil bikin. Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê dê li  57 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi mîtingên girseyî Newrozê pîroz bikin. Dîsa dê li sedan qadên gund û navçeyan bi şahiyên mezin Newrozê pîroz bikin. Dê di 21’ê Adarê de Newroza herî bi coş, kelecan, girseyî û dîrokî li Amedê bê pîrozkirin. Der barê girîngî, wate û banga Newroza îsal de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk nirxandin kir.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ewil ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn li ser girîngî û wateya Newrozê rawestiya û wiha got: “Newroz ji bo gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn her çiqas pêşwazîkirina biharê be jî, îro em dinerin li şûna biharê şer heye. Dagirkerî, talankirin, wêrankirin û kaos heye. Ji bo me kurdan jî, ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê hemdem Mazlum Dogan Newroz her tim bûye hevîya bihar û azadiyê. Bûye baweriya serkeftinê. Ji bo ev hêvî pêk bê, li pêşiya gelê kurd ji xeynî têkoşînê tu rê nemaye.”

Gelê kurd tecrubeyên mezin bi dest xistiye

Berdan Ozturk, destnîşan kir ku wateya Newrozê ya herî girîng têkoşîn e û wiha  axivî: “Têkoşîn li dijî zilmê berxwedan e. Li dijî faşîzmê parastina azadiyê ye. Li dijî şer aştî ye. Li kîjan deverê cîhanê şer hebe, her tim gelê kurd aştî û azadî xwestiye. Gelê kurd şer û encama şer baş dizane. Berxwedan û têkoşînê jî baş dizane. Hem êşa şer û hem jî rûmet û pîroziya aştiyê jî dizane. Gelê kurd di encama şerê hezaran salan de tecrûbeyên mezin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê, tişta bi salan bi serê me kurdan de hatiye di heman demê de ji bo me dibe tecrûbe û rêya me diyar dike. Lewma hişara me ya Newroza 2024’an Rabe Dema Serkeftin û Azadiyê ye.”

Dê qadên Newrozê bibin qadên daxwaza azadiya Ocalan

Hevserokê KCD’ê Ozturk, bal kişand ser çalakî û têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Tê zanîn ku me ji bo aştiyê û azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ji milê Qersê û Wanê dest bi Meşa Azadiyê kir. Dîsa girtiyên siyasî yên di zindanan de ne, bi heman armancê 105 rojin gireva birçîbûnê dane destpêkirin. Dayik zêdeyî 3 meh in di Nobeda Edaletê de ne. Ji bo van daxwazan qadên Newrozê jî dê bibin dengê daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan.”

Newroz dê bibe dengê girtiyên zindanan

Ozturk, anî ziman ku Newroz dê bibe deng û daxwaza girtiyên zindanan û dayikên di Nobeta Edaletê de ne û wiha berdewam kir: “Wê Newroz bibe dengê hevalên Kawayê hemdem Mazlum Dogan. Bi taybetî dê ne tenê bibe dengê berxwedana zindanan. Her wiha Newroz dê bi sekn û peyama xwe ji bo çalakiya girtiyên di girevê de ne bibe bersîv.

Gel dê daxwaza azadiya Ocalan bîne ziman

Peyam û sekna gel a Newrozê dê Birêz Ocalan ji zindanê derxe û azad bike. Gel dê bi sekna li qadên Newrozê barê giran ê li ser milê girtiyan sivik bike. Dê gel li qadên Newrozê peyama xwe bîne ziman û daxwaza azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bike. Dê peyama herî girîng a Newrozê bîranîn û biryara domdariya şopa rêya Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Nesrîn, Ronahî û Bêrîtanan be. Dê ji bo bîranîna wan û soza têkoşîna wan Agirê Newrozê geştir bikin. Dê bi yek dengî li hemû axa Gurdistanê agirê Newrozê geş bibe û bi geşkirina agirê Newrozê doza azadiya Kurdistanê bike.”

Gel dê li dora agirê Newrozê yekîtiyê ava bikin

Berdan Ozturk, bal kişand ser ruhê ku Newroz di gel de ava bike û ev peyam da: “Dîsa em di vê serdemê de ber bi hilbijartinê ve diçin. Dê ev Newroz ruhekî nû bide me ku em li dijî qeyûman li vîn û nasnameya xwe xwedî derkevin. Dê gelê me bi ruh û kelecana Newrozê qeyûman bişîne malên wan. Gel dê di Newroza îsal de peyamek wisa xurt bide ku êdî tu kes nikaribe dest dirêjî vîn û mafê gelê kurd û gelên Kurdistanê bike. Îro Tirkiye bi balafirên şer êrîşî axa Rojava û başûrê Kurdistanê dike. Ev êrîş tenê li dijî rêxistin û partiyên kurdan pêk nayê. Di heman demê de ev êrîş li dijî hemû gelê kurd û li dijî hemû destkeftiyên kurd ên pîroz pêk tên. Ji bo vê yekê dê qadên Newrozê bibin qadên daxwaza avakirina yekîtiya gelê kurd. Em bi hevî ne. Em bi hêz in. Em bi biryar û bawerî nin. Gelê kurd dê li dora Agirê Newrozê mil bidin hev û yekîtiya xwe ava bike.”

Guh bidin daxwaza gel bibin dengê yekîtiyê

Berdan Ozturk herî dawî bang li hemû partî, rêxistin û pêşengên gel kir û wiha got: “Em bi vê meset û armancê em bang li hemû partî, rêxistin, pêşeng û nûnerên gelê kurd dikin ku guh bidin daxwaza gel û bi beşdariyek xurt li dijî dagirkeriyê bibin dengê yekîtiyê. Em bang li gelê Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku li qadên Newrozê li dijî faşîzmê, li dijî feraseta yek netew, yek ziman û yekperestiyê bibin dengê pir rengî, Ji bo aştî û azadiyê bi dengekî hevpar vê pergala faşîzl hilweşînin.”