3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her di zivistanê de ne!

Li Tirkiyeyê demeke dirêje krîza aborî heye. Ev krîz roj bi roj mezintir dibe. Bêguman sedema bingehîn a krîzê ji polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî kurdan e. Lê ev yek ne ji aliyê desthilatê ve ne jî ji aliyê muxalefeta Tirkiyeyê ve tê qebûlkirin.

Ji ber vê jî her çiqas reng û rêbazên wan biguherin jî pêkanînên li dijî kurdan heman pêkanînin; serdegirtin, binçavkirin, girtin û heke keysê bibînin jî kuştin! Gelo pêwîst dike ku mirov bibêje kurdan jî bi her awayî li dijî van kirin û kiryaran li ber xwe daye û serî netewandiye?

Bawerim delîla herî şênber a vê yekê jî dubarekirina “operasyonên” li dijî kurdan e. Lewre di van rojên ku li başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê êrîşên leşkerî didomin û li dijî rojavayê Kurdistanê plana êrîşeke nû tê kirin de; li bakurê Kurdistanê careke din rojnamegerên kurd bûn hedefa desthilata AKP û MHP’ê. Li Amedê, piştî demeke dirêj di 8’ê hezîranê de bi destê darazê li dijî kedkarên çapameniya kurd operasyoneke binçavkirinê hat destpêkirin. Polîsan, di serdegirtina malan de Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya me Xwebûn Mehmet Alî Ertaş û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav de bi giştî 20 rojnameger binçav kirin.

Navê rojnamegerên din ku hatine binçavkirin jî dikarin wiha bên rêzkirin; Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Mehmet Yalçin, Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram.

Polîsan, M.Alî Ertaş 10 saetan kelemçekirî sekinandin û piştre ew binçav kirin. Ev operasyona li dijî rojnamegeran ne operasyona pêşî ye wê ne ya dawî be jî. Gelek caran di vê rêyê de hatiye bihûrîn. Rexmî ku nebûye çareserî jî her ev rê tê tercîhkirin.

Li gel me di nav civakê de li ser dubarekirina şaşî û nezaniyê çîrokeke balkêş heye. Dema ku ji aliyê kesekê/î ve gelek caran şaşiyek bê dubarekirin, her tim ev çîrok tê bi bîrxistin. Çîrok wiha ye; piraniya şixulên ku niha bi makîneyan tên kirin di wextê de bi keran hatine kirin. Zivistanê ji ber şiliyê rê bûne herî û çarçîk û gelek caran ker di rêyan de man e. Ji ber vê jî dema ku havînê wan di van rêyan de birine, keran berê xwe ji van rêyan guhertine û nexwestine tişta zivistanê hatiye serê wan careke din dubare bibe.

Gotinê “Kera ku kere, ji rêya havînê tê de mabe zivistanê di wê de naçe.” ji vê çîrokê tê. Xwezî ev fêm û feraset bi dijberên kurdan re jî hebûya. Lê mixabin her dem ji bo wan zivistane û qet nabe havîn. Piştî ewqas zivistan bi rastî jî êdî pêwistî bi havînê heye. Heke bibe havîn ew ê ji zivistanê xelas bibin û wê kurd jî hinek ji xwe re rihet bibin. Mixabin ji binçavkirina dawîn a rojnamegeran jî diyare ku hê jî ji havînê dûr in. Temam, em qebûl dikin zivistan bi we xweş e. Li we bimbarek û pîroz be jî.

Lê bihêlin bila rojnamegerên kurd bêyî zext û êriş bi awayekî azad bila kar û xebatê xwe bikin. Rojnamegerên kurd ji bo ku karên we yên qirêj derxistinê holê we wan binçav kiriye; ew ji bo rizgarkirina zivistanan û anîna bihar û havînan kar dikin. Ji ber vê jî her çiqas zivistan (rojên reş û tarî) bi we xweş be jî, wê rojnamegerên kurd bi kar û xebatên rojnamegeriyê dê rojekê bihar (rojên xweş û geş) û havînê (xêr û bêr) bînin vî welatî.

Her tişt heta cihekê ye.