2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertekên li hemberî girtina rojnamegeran  didomin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan jî duh derxistin Edliyeya Amedê û ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Amedê ve hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Rojnamevanên li Mêrsîn, Îzmîr, Amedê û Baroya Amedê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran dan û gotin ku ‘rojnamegerî ne sûc e’.

Rengê zilmê guherî, lê cewhera wê neguherî.

Li Amedê gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rojnameger û tev li daxuyaniya ku MKGP û DGF’ê da, bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Fahrettîn Kiliç axivî û got: “Em ê pênûsa hevalên xwe yên girtî li erdê nehêlin.”

Piştî Kiliç hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû axivî û diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad ji salên 90’î û vir ve têdikoşe ku rastiyan ji raya giştî re ragihîne û got: “Li kolanan komkujî kirin, cihên kar hatin bombekirin û dem hat deriyên rojanemyan kilît kirin. Rengê zilmê guherî, lê cewhera wê neguherî.”

Mûftûoglû bi bîr xist ku di saetên girtina rojnamegeran de li meclisê “Qanûna sansura medyayê” ji aliyê Lijneya Edaletê ve hat derxistin û got: “Erdoganê ku di her daxuyaniyê de Abdulhamît wekî referans nîşan dide, ji bo zilma Abdulhamît ava bike serî li her rê dide. Wêneyên Erdogan li her derê didin ji bo ku tirs û xofê zêdetir bikin. Ev pêkanîn wê weke ‘Qanûnên Erdogan’ di dîrokê de cih bigirin.”

Muftûoglû, anî ziman ku desthilatdarî tenê destûrê dide çapemenî û dezgehên çapemeniyê yên ku nûçeyên wan çêdikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê mirov tenê guh bide gotinên wan. Lê em jî dibêjin ji bo ku rastî derkeve holê çi bedel pêwîst be em ê bidin. Em ê serî li ber  derewên we rakin.  Di her rewşê de em ê li dijî vê fermana derewan û zîhniyeta qirêj a ku hewl dide azadiyan bixin qefesê  têkoşîna xwe ya heqîqetê bidomînin.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Navê 16 rojnamegeran di çalakiya rûniştinê de hatin xwendin û bi hev re hat gotin “li vir e”. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!” û  “Berxwedan Jiyan e!” bi dawî bû.

Li Îzmîrê ji gelek aliyan bertek hatin

Li Îmzîrê gelek derdorên cuda bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan û rojnamegerên Îzmîrê jî banga piştevaniya bi rojnamegeran re kirin.

Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî diyar kir ku xeleka li dora rojnamegeran her ku diçe bêhtir teng dibe û wiha got: “Ji hêlekî ve Qanûna Çapemeniyê tê guherandin û li hêla din jî avadaniyên saziyên çapemeniyê tên guherandin. Dibe ku ev yek girêdayî hilbijartinê û helwestên siyasî be.  Lê meseleya esasî ew e ku azadiya çapemeniyê nayê naskirin. Ji me re dibêjin; ‘ne azadiya çapemeniyê lê azadiya hêzê heye.’ Li hêla din jî rojnameger tên girtin. Em ê li dijî van neheqiyan bêdeng nemînin. Di nava azadiya çapemeniyê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Dê demekî kin de bikeve rêza 180’an.”

Têkildarî mijarê de nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Herêma Egeyê Ozer Akdemîr jî  wiha got: “Ji bombekirina rojnameyan heta qetilkirinê, gelek tişt li ser rojnamegerên kurd hat pratîzekirin. Bi girtina 16 rojnamegeran re xuyaye ku dê desthilatdarî zexta xwe hîn girantir bibe. Bi nêzbûna hilbijartinê re daraz li ser hev biryarên siyasî dide. Divê rêxistinên rojnamegeriyê û rêxistinên ked û demokrasiyê helwestekî xurt nîşan bidin.”

Rojnameger Mazlum Vesek de jî got ku rojnameger ji ber karê xwe tên binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Divê hemû qanûnên pêşiyê li azadiya fikr û raman digirin bên guherandin. Divê em xwedî li rojnamegerên girtî derkevin. Divê rojnameger xwedî li hempîşeyên xwe yên hatine girtin derkevin. Divê xwe ji vê nedin paş.”

Nûçegihana Rojnameya Îzmîr Îlkses’ê Çagla Genîş jî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û wiha axivî: “Ev bi roja ye li Amedê li dijî hempîşeyên me êrîşeke tepisandinê heye. Ev yek cihê şermizahiyê ye û em bi hêrseke mezin dişopînin. Hewl didin çapemeniya azad, çapemeniya kurdan bêdeng bikin. Lê dê nekarin zarokên Apê Mûsa ku li pey heqîqetê ne bêdeng bikin.”

Li Mersînê berteka hevpar ‘Rojnamegerî ne sûc e’

Nûçegihanê Rojnameya Guney a Mêrsînê Abîdîn Yagmûr diyar kir ku girtina rojnamevan ne hiqûqî ye û got: “Girtina rojnamevan bi temamî biryarek siyasî ye. Rojnamevanên kurd her tim dibin armanca êrişên îktidarê. Armanca girtina rojnamevanên kurd ew e ku rastî neyên ragihandin. Dixwazin xebatên rojnamevaniyê bikin hedef.”

Rojnamevana serbest Gamze Şîmşek jî destnîşan kir ku girtina rojnamevanan astengkirina wergirtina mafê nûçeyan a gel e û wiha got: “Girtina rojnamevanên li Amedê nehiqûqî ye. Dixwazin rojnamevanên kurd serî li ber wan bitewînin. Lê em ê serî netewînin û têkoşîna xwe ya ji bo rastiyan bidomînin. Em ê her li ser rêya hevalên me girtî rastiyan binivisînin.”

Mahmut Sonmez ê ku li Mêrsînê rojnamevaniya serbest dike got: “Divê em ji bo rojnamevaniyek azad û hevalên me yên hatine girtin piştevaniya xwe mezintir bikin.”

Edîtora Îlerî Haberê Ayşenûr Onal jî destnîşan kir ku rojnamevan bi awayek nehiqûqî hatine girtin û wiha got: “Îktidara AKP’ê dîsa şev nîvê şeve hevpîşeyên me da girtin. 16 rojnamevanên kurd tene ji ber pîşe û nasnameya xwe hatin girtin. Ev biryar biryarek dijhiqûqî ye. AKP beriya hilbijartinê dixwaze ku çavê gel bitirsîne û nahêle ku rastî werin belavkirin. Em ê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Heta ku hemû hevalên me bên berdan bila raya giştî baş bizanibe em ê li ber xwe bidin.”

Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e

Her wiha Baroya Amedê jî bertek nîşanê girtina rojnamegeran da û li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev daxuyanî da: “Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da meşandin de biryara girtina 16 rojnamegeran hat dayîn. Lêpirsînên ji ber karên wan ên pîşeyî li rojnamegeran tên vekirin û girtina wan mudaxeleya li “azadiya çapemeniyê” û “mafê agahî girtinê” ye. Rojnamegerên girtî berdin.”