17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica  û Emran Emekçî ji bo ku bi  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo dîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyê du caran serlêdanê li saziyên pêwendîdar dikin. Lê daxwaza wan ya hevdîtinê jî bêbersiv tê hiştin.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê cotmeha 2021’an de li Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.

Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Ocalan de zêde bibûn,herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû.