3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her roj helbestekê bixwînin

 Helbest enerjiya komkirî ya zimanekî derdixîne holê. Zimanek mirov çiqas karibe helbestan bi hêsanî pê binivîsîne, ew ziman ewqas xurt e jî. Fikir û hestan jî bi lez dike. Dihêle ku mejî wek werzîşê bike bixebite.

Ez îro dixwazim li ser mijarek gelek hesas û tenik binivîsîm – li ser helbestan. Jiyanek bê helbest wek jiyanek bê mûzîk e, wek jiyanek bê wate ye û li gora fikra min vik û vala ye. Helbest çiye gelo di wateya gotinê de?

Helbest ewe ku mirov bi gotinan û hevokan hunerekê ava bike, bike beyt, qafiye û rîtmeke taybet derxîne holê.

Helbest enerjiya komkirî ya zimanekî derdixîne holê. Dihêle ziman bi hêza gotinan û hevokan biteqe. Zimanek mirov çiqas karibe helbestan bi hêsanî pê binivîsîne, ew ziman ewqas xurt e jî. Herwiha fikir û hestan jî bi lez dike. Dihêle ku mejî wek werzîşê bike bixebite.

Helbest ne tenê ji bo kesên gihîştî û mezin herwiha ji bo zarokan jî gelek girînge. Kêfxweşiya wan ji bo ziman xurt dike, dihêle ji ziman hezbike, dihêle zimanê wan pêşde bikeve û zimanê wanî wêjeyî çê bibe. Herwiha zarok fêrî peyvên nû û funksiyona qafiyan jî dibin. Wek mînak zarokên bi çûk dikarin helbestan jî zû ji ber bigrin. Bi gotinek din qabîlyeta „jêberî“ jî xurt dike.

Were em ji hinek helbestvanên klasîk yên Kurd çend rêzikan parve bikin. Hun dikarin her rojê yek rêzikê û yek helbestvanî bixwînin ji xwe re û ya jî ji zarokên xwe re:

  1. Melayê Cizîrî – Cana ji cemala te

Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez

Ger xob û pîzade nezer kî te bes im ez

(…)

  1. Pîremêrd – Aşiqe rûte

Ay giyane cergim, ay giyane cergim

Tiwêtiwê ye, bê to, tiwêy perrey cergim

Le dewrit dûr im, nizîk e mergim

Be xwênî dîdem, gullgûn e bergim

(…)

  1. Omer Xeyyam – Meyger

Meyger kesera min bilindawaz bû

Serxweşiya min bêbend û bêgaz bû

Bi porên spî serxweş im ji şeraba te

Bihara dilê min ciwan û saz bû

  1. Cegerxwîn – Ava Heyatê

Meygera ava heyatê, mest û dîwanê te me,

Sorgula baxê xelatê murxê bistanê te me.

Sosin î, yan çîçek î, yan reyhan î, yan yasemn,

Bilbilê mest û hezîn im, der gulistanê te me.

(…)

  1. Qedrî Can – Gula Sor

Gula sor;

Hilbû jor;

Bîn da dor…

Gula sor…

Gula sor…

Li paş çiyayê Qaf şên bû,

Alem jê re vîn bû

(…)

  1. Seydayê Tîrêj – Berfa Sîpan

Cana tu naz û rindî, wekî Keja li Amed

Tuyî Xeca çelengî, ezim îro Siyamed

Sîng û berê te bozin, berfa Sîpan û Serhed

Gerden bilûr û mercan, bi yaqût û zibirced

(…)

  1. Osman Sebrî – Ala Rengîn

Min divê her tu bilind bî

Ala rengîn kesk û zer

Him xweşî him ceng û rûmet

Tên zanîn ji sor û gewr

(…)

  1. Baba Tahirê Uryan – Gulîstan

Gulîstan cihê te ey nazenînim

Ez di gulxen û xwelî de dirûnim

çi di gulşen çi di gulxen çi sehra

Ku çavan vedikim her te dibînim

(…)

  1. Kamiran Elî Bedirxan – Gulê

Ne tîr û ne xencer bû

Ne mar û ne ejder bû

Bihna Gulê ez kuştim

Ne şûr û ne şeşder bû

(…)

  1. Feqiyê Teyran – Ay dilê min ay dilo

Dil ji min naket xeyalan

Bûme perwana şemalan

Bêriya husn û cemalan

Ay dilê min ay dilo

(…)

  1. Ehmedê Xanê – Ey Dil

Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf

Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî

Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf

(…)

  1. Melayê Bateyî – Qiblegeha aşiqan

Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu

Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu

Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî

Tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu

Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu

(…)

  1. Celadet Elî Bedirxan – Bilûra min

Bilûra min a şîrîn

Tu di sariya sibehê

Û hingûra êvarê de

Hevalê bêhevalan,

Destbirayê şivan û dilketiyan î.

(…)

  1. Bro Omerî – Peyman ji Yarê

Bi şalê kesk û sor û zer

Bi pêlaven bendik li ser

Dame ber sed tîr û xercer

Deh li dil da, not li ceger.

(…)

Hûn dibînin bi dehan helbestvanên kurd ên giranbûha hene. Bi hezaran helbestên kurdî hene, kêmasiyek gelek mezin e ku em wan naxwînin û ji zarokê xwe re nabêjin. Helbest jî stûnek gelek girîng di ziman û wêjeya kurdî de ye. Ji bo wê jî peywira me ew e ku em lê xwedî derkevin.

Pêşniyariya min ji bo we:

her roj yek helbest

her roj yek helbestvan.

Bila jiyana we bi helbestan bixemile. Bila dil û mejiyê we bibe hêlîna helbestan. Da ku helbest bibe derman ji gelek birîn û axînên me re.