14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tofana Aqsa û Şûrên Hesinî

Li Rojava jî şer e, hema şerekî herî dijwar li ser gelê Rojava didome, dinya çi dike? Disekine û temaşe dike, lêva xwe digeze û dibêje beyî çi îradeyek bi kurda re heye, li hember van hêzên mezin tenê bi îrada xwe hebûna xwe didomîne...

Îro em dibînin ku li çar hêlên dinyayê şer hene. Ûris û Ukrayna, Hamas û Îsrail…bi hezaran însan li Xezeyê ji ber şer jiyana xwe ji dest didin. Êrîşa Hamas a 7’ê cotmeh 2023’yan bi navê Tofana Aqsa û bersiva Îsrail a bi navê Şûrên Hesinî gotin li cih be li herêmê kir qiyamet. Dîsa Rojhilata Navîn, dîsa xwîn û mirin. Gelo roj heye ku dawiya şeran were û gur û mîh bi hevre biçêrin.

Îro li herêmê çiqas însan ji ber şeran birîndarin û bi rewşa şer di dojeha dinyayêdene ku tim dişewitin. Jin zar, extiyar, astengdar, di şerên wiha bêmefer û bêwijndan de ên ku herî zirar dibînin û perîşan dibin…

Li Rojava jî şer e, hema şerekî herî dijwar li ser gelê Rojava didome, dinya çi dike? Disekine û temaşe dike, lêva xwe digeze û dibêje beyî çi îradeyek bi kurda re heye, li hember van hêzên mezin tenê bi îrada xwe hebûna xwe didomîne… Wekî tê zanîn bû çend sal ku Rojava li hember zilm û serxweşiya DAIŞ’ê li ber xwe da! Bi hezaran jin û zarokên kurd li ber çavên dinyayê can dan, rastî destdirêjiyê hatin, dinya weke fîlmekî temaşe bike, rewşê temaşe kir. Kurdên ax û azadîparêz bi barbar û serxweşê DAIŞ’ê re bi derfetên biçûk û fedakariyeke mezin ,wisa mezin ku dinyayê fedakariyeke wisa mezin heta niha li ser zemîna xwe nedîtibû, bi salan tekoşiyan.

Dewletan dît ku kurdan bi salan bi wan derfetên kêm him xwe û him jî herêmê parastin. Dewletên serdest çi kirin? Dewletên serdestên herêmê bin ve alîkariya leşkerî û lojîstîk dane DAIŞ’ê ku çi zilm ji destê wan ê qirêj dihat bi gelê kurd re kirin.

Bi kurtasî li Rojava tenê ne bi DAIŞ’ê re, li hember sê-çar dewletan li ber xwe dan û didin. Kurda bi lawaz kirina DAIŞ’ê  dinya parastin. Hemû dinya di serî de gelên herêmê (civakên Rojhilata Navîn ji kurdan re deyndarin ) Hege ku ji kurdan nebûya niha li Rojhilata Navîn her roj însan bi zagonên DAIŞ’ê  dihatin kuştin. Dewletên li herêmê ev talûke ne didîtin ma? Didîtin, lê fikra wan ew bû ku (bila kurda ji holê rakin paşê xwedê mezine, şixwe navbera me û wan de ferqek mezin tune, hemû me organîze kirine ji bo yek kurdekî li dinyayê nehêlin, paşê jî em ê bi tevahî bibine xwedîyê dinyayê, wê demê kî-kê ji me nebe gawir e,  qetla gawir ji me re helal e.)

Dema Hemas êrîşî ser Îsrail kir, li ser Rojava jî dîsa top û tanq dibarîn. Rojava  weke Filîsțîn an jî Ukranya bala dinyayê nakşîne. Kes neketiye heyra kurdan!

Civata kurd helbet li çar hêla dişopand, wijdanê wan qebûl nedikir lê heke wek girseya niha zilmê protesto bikirana wê mafê wanê protestoyê bi komkujiyan bibersivandana. Îro li ber çavên hemû dinyayê Rojava tenê ye û li ser  Rojava şerekî giran tê meşandin, mixabin jin, zar, extiyar, nexweş û berasteng, li wir jî perîşan û sêfîl in. Dinya êdî ev ê rastiyê bibîne û alîkariya însanî bike, bizanibe Rojava li hember kesî şer nake, xwe  tenê  ji êrîşên ku ji çar aliyan de  tên diparêze.

Rojava niha xezaleke avis e ku  li ber tengasiya zayînê de ye, sanciya zayînê dikşîne, gur çeqela raçev kirine ku berxika ku hê çavên xwe li jiyanê venekiriye bixwin. Rewş ev e. Rojava li hember diwalên li herêmê tu yekî jî tu tiştekî dijzagonên şer nekiriye, lê Efrîn di bin desthilatdariyê de zeftgirtî dihele! Li ser Rojava toz dûman quloz dibe, Amerîka temaşe dike, Ûris dîsa wisa. Şerê  navbera Îsrail û Filistin  Amerîka çiqas zû kire tatêlê ku bi gemiya xwe ya şer bi lez hatine hewariye! Helal be bila were jixwe û bikaribe zû bi zû vî agirî bitemrîne aşitî û ewlehiyê bîne herêmê baş be, bes jin û zar, extiyar û astengdar perîşan û sêfîl bin, an jî bes bila însan ji ber şeran jiyana xwe ji dest bidin! Hemû diwalên dinyayê  ji bo sekinandina şerê navbera  Îsrail  û Filistin ji bo  aştiyeke bi isûl, aramî û ewlehî , fikr û hestê xwe beyan kirin ev jî baş, mala wan ava. Dixwazî kurd be, dixwazî kurd nînbe, di hişê te de ev yek derbas dibe; ‘Gelo çima ji bo kurdan jî dinya ev ê yekê nake!’ Dengbêjan vala ne gotine ‘felek xayîne, dinya bêbext e.’ Gelo çima? Xuya ye kurd sêwiyê vê dinyayê ne!

Kul ne ew kule îja kurdê ku seba Rojava newêrin zimanê xwe ji devê xwe derxin li kuçe kolana seba Filistin zikê xwe diqelêşin, helal be çi bêjin, insanetiya wan girtiye. Ji bo hemû însana, bi hêviya sekinandina hemû şeran ji bo hemû dinyayê aramî û ewlehî hêvî dikim.