3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herêma mirateyê dikeve listeya talûkeyê

Endamê Plaforma Pasastina Bajêr Samed Ûcaman diyar kir ku qayûmê tayînî şaredariyan hatine kirin, pêşengiya wêrankirina projeyên herêma mîrateyê dikin

Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê  têkildarî têxistina Sûr û Baxçeyên Hevselê ya Lîsteya Mîrateya Çandî ya di Xetereyê de, ya UNESCO’yê  li Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) daxuyanî da. Endam û rêveberên yekîniyê saziyên sivîl ê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê amede bûn. Endamê Lijneya reveberiya plaformê Samed Ûcaman daxuyanî da.

Samed Ûcaman di destpêkê de diyar kir ku Qada Peyzaja Çandê ya Keleha Amedê û Baxçeyên Hevselê di sala 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve di encama hewldanên rêveberiyên herêmî, saziyên sivîl û zanyarên bajêr de ketiye lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê û wiha got: “Ji sala 2015’an vir ve Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê bûne Mîrateya Cîhanê û nava Sûrê jî ku sedema hebûna Mîrateya Cîhanê ye, bûye herêmeke tampon ku van her du mîrateyan temam dike. Nava Sûrê di heman demê de herêmek parastî ya bajarî ye. Parastina heremên parastî, her biryarên, tamîrkirin û guhertinê li gorî peymanên navneteweyî yên ku em alîgirê wan in, qanûn û rêzikên neteweyî têne parastin. Dema ku pêvajo bi giştî tê nirxandin, tê dîtin ku piştî pevçûnan rûxandina bajarê dîrokî bi giştî pêk hatiye. Di vê heyamê de hem di raporên serokatiya herêmê û hem jî di raporên TMMOB’ê de gelek avahiyên qeydkirî hatine hilweşandin.”

Herema Mîrateyê nehat parastin

Ûcaman anî ziman ku qayûmê tayînî şaredariyan hatine kirin, bûne pêşengê projeyên ku li herêma mîrateyê bûne sedema wêrankirinê û wiha axivî. “Çavê xwe li biryarên neqanûnî yên wêrankirinê ku li Geliyê Dîcleyê bi taybetî li derdora Pira Dehderî pêk tên, girtin û ev tişt got: “Hat gotin ku lêkolînên li qadê bi biryarên ku ji navenda ji hişmendiya dîrokî, zanistî û prensîbên parastinê dûr in, hatine girtin; xelet in.

Gelek caran hate gotin ku ziyaneke bê veger daye. Li dijî vê yekê gilî hat kirn û daxuyanî hatin dayîn. Şandeyên navneteweyî ji bo peywirê hatin vexwendin. Lê dîsa gavek berbiçav nehat avêtin. Li ser van hemû pêvajoyên wêrankirinê, Navenda Mîrateya Cîhanê ji bo Keleha Amedê û Baxçeyên Hevselê di ‘Lîsteya Mîrateyên Dinyayê yên Di Xetereyê de’ bên tomarkirin pêşnûmeya biryarê amade kir. Ev biryar wê di civîna UNESCO’yê ya 9-15’ê Îlona 2023’an de li Riyadê were nîkaşkirin.”

‘Divê pêvajoyeke zelal bê destpêkirin’

Ûcaman da zanîn ku 24 hezar kesên ku li nava Sûrê dijîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin koçberkirin  û wiha bi dawî kir: “Di şevekê de ji mal û karên xwe hatin dûrxistin. Ji  derdorên xwe yên civakî dûrketin. Deverên niştecîh di plansaziya qada parastinê ya 2016’an de veguheztin deverên bazirganiyê. Geliyê Dîcleyê divê wekî Sermayeya Xwezayî bê parastin. Ji bo parastina baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcle divê rêgezên qanûnî bên çêkirin. Em bi tundî dixwazin ku der barê vê mijarê de pêkhateyek bê avakirin û hemû rêxistinên herêmî tê de bin. Ev sazî pêvajoyeke  zelal bidin destpêkirin.”