spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hûkumeta PDK’ê bêdengî û xiyanet bijart

Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir Qadir, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi hevkariya PDK’ê êrîşên xwe li ser Qadên Parastina Medyayê didin meşadin û tifaqa wan li gorî berjewendiyan pêş dikeve

Desthilata AKP-MHP’ê ji 17’ê nîsana 2021’ê vir ve li çiyayê Zap, Avaşîn, Metîna û li ser Garê, şerekî dijwar li dijî şervanên PKK’e daye meşadin û ev êrîş hê jî didomin. Ev şer bi pêşengiya Hikumeta Herêma Federal a başûrê Kurdistanê PDK’ê tê kirin. PDK’ê ji bo artêşa tirk êdî di rojên dawî de dest bi çêkirina rêyan kiriye. Her ku diçe li herêmê şer dijwartir dibe. Di sala 2022’an de jî artêşa tirk gelek çekên kîmyewî bikar anî. Di şer de gelek şervanên PKK’ê bi wan çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê jî KDP’ê nedihiştin ku maskeyên gazê bigihînin cihên xwe û KDP’ê rê li ber wan digirt. Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir Qader, der barê hevkariya KDP’ê û dewleta tirk ku çiyayê Kurdistanê talan dike û şerekî dijwar dimeşîne ji rojnameya me re axivî.

Kawa Nadir Qader, diyar kir ku desthilata AKP’ê hêzeke siyasî ya îslamî ye û di dawiya salên 1990’î de li Tirkiyê derketiye hole û wiha got: “Di rastiyê de xwe wek hêzeke îslamî ya nerm nîşan didin. Piştî hevbendiya hikûmeta AKP-MHP’ê di dawiya sala 2015’an de hevkarî pêş xistin. Niha jî bi navê dewleta kûr tê nasîn. Tifaqa wan li gorî berjewendiyane û dijberî demokrasiyê ya mafê gelê kurd e. Parastina sîstema wan ji yek welat, yek ziman û yek alê pêk tê. Ev jî ji hişmendiya Kemalîzmê tê. Tifaqa wan ne li ser nêrîneke hevpar e. Nêrîna wan a hevpar li dijî kurdan û mafê gelê kurd e. Ev eksena hevpeymaniya wan e. Niha li pişt maseyê gelek nakokiyên wan ên veşartî hene. Erdogan, dixwaze bibe sultanê hemû misilmanan. Niha kar dike ku baskê ewrasyayê yên hevalbendên xwe bişkîne û xwe nêzîkî NATO û Neteweyên Yekbûyî (NY) bike. Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK a bi serokatiya Mesûd Barzanî, partiyeke feodal a Kurdistanê ye. Gelek hêz û partiyên Kurdistanî bi mejiyê feodal tevdigerin. Lê PDK ya herî wêrek e. Parêzeriya malbata xwe û serokatiya hemû kurdên herêma xwe dike.”

Pergala Başûr pergaleke hizbî ye

Qader, bal kişand ser peymana PDK’ê û dewleta tirk a 50 salî ya petrolê ku bi hev re îmze kirine û ev tişt got: “Di rastiyê de pergala ku li başûrê Kurdistanê hatiye avakirin pergaleke hizbî ye. Çend aliyên din jî di hikûmetê de beşdar in. Lê hevbeşên sereke yên hikumetê di destê wê partiyê de ye. Di hilbijartinan de jî piraniya dengan bi dest xistiye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymana petrolê ya 50 salî bi tirkan re îmze kiriye. Di wê peymanê de petrola Herêma Kurdistanê bi erzanî firotiye Tirkiyê. Malbata Barzanî wek serokê kurdên başûr didin nasîn. Di şerê birakujiyê yê sala 1997’an de bi YNK’ê re gelek caran alîkariya leşkerî pêşkêşî PDK’ê kiriye. Di bersiva pirsa yekem de me got ‘PDK siyaseta razîkirina Tirkiyê dimeşîne’. Peyamana 50 salî û berjewendiyên hevbeş di navbera her du aliyan de bûye sedem. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdengiyê hildibijêre. Hêz û aliyên din ên Kurdistanê hikûmetê dibin pişta siyaseta PDK’ê.

Berjewendiyên xwe dixe pêş yekîtiyê

 Qader, bi lêv ku KDP ji dewleta tirk bêhtir dixwaze li dijî PKK’ê şer bike û wiha axivî: “Leşkerên tirk bi kincên pêşmergeyan êrîşî şervanên PKK’ê dike. Ne tenê dewleta tirk, Hikumeta Başûr jî li hemberî PKK’ê şer dike. Armanc dikin ku li dijî hemû hêzên kurd şerekî taybet pêş bixin. Bila nehêlin tirk bigihêjin armancên xwe. Malbata Barzanî dixwaze ku tu kes li ser wan û polîtîkayên wan neaxive. Wek her feodalekî her tim berjewendiyên xwe dixe pêş berjewendiyên neteweyî. Ger pêwîst be welatparêzî û doza Kurdistanî ji bo wî tu wateya xwe nîne.”

Erdogan dixwaze projeya Osmaniyan nûn bike

Qader, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa qeyrana aborî ya Tirkiyeyê û wiha got: “Erdogan, dixwaze bibe sultan û xwediyê projeya Osmaniyan a nû. Şêniyên Mûsil û Helebê her du jî Kurdistanî ne û ruhê kurdewariyê di xwe de dihebînin. Ev fikir ji aliyê hin dewleta kûr a Tirkiyê ve bi taybetî jî hevalbendên wê yên laîk ve nayê qebûlkirin. Ev politîka bûye sedema qeyrana aboriyê. Niha jî lîreyê tirk li hember dolar nirxên xwe winda kiriye. Dolar ji 20 lîreyî derket 27 lîreyan. Di tîrmehê de bazirganiya derve 12,527 milyar dolar kêm bû. Lê her kes têdigihe ku rewşa ewlehiyê sedema sereke ya têkçûna rewşa aborî ye. Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê bi danûstandina bi wî re rewşa aborî, siyasî û heta rewşenbîrî jî kontrol kiriye, ketiye bin bandora Tirkiyeyê.”