5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza dîtina Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman daxwazê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li saziyên pêwendîdar dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ji wê dîrokê de Abdullah Ocalan hevdîtin ne bi malbata xwe û ne jî bi parêzerên xwe re kiriye.

Ji aliyekî din ve ji bo balê bikîşin ser tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê ji alî ciwanên kurd û internasyonalîst ve bi meş û mitîngan tê lidarxistin.