3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalagan: Em hêza xwe ji jinên têkoşer digirin

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan anî ziman ku ew ê bi vê konferansê bêtir xwe bi hêz bikin ew hêza xwe ji jinên têkoşer digirin

Partiya Çepên Kesk konferansa xwe ya jinan ku dê du rojan bidome li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê li dar dixe. 400 delege beşdarî konferansê bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan anî ziman ku wan piştî civînên rexne û rexnedayinê ev konferans amade kir û hêza xwe ji jinên têkoşer digirin.

Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk ku du rojan bidome li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê dest pê kir. Di konferansê de Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan anî ziman ku wan li hemû gund, navçe û bajaran civînên gel ên rexne û rexnedayînê li dar xistine û li ser esasê xurtkirina têkoşînê vê konferansê li dar dixin.

Canan Çalagan anî ziman ku ew wekî meclîsên jinan dê têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û wiha got: “Ji bo rêxistinbûna jinan em li rê û rêbazan digerin. Li ser esasê rêxistin û rexnedayinê me li tax, gund, navçe û bajaran civînên gel li dar xistin. Me bi van civanînan amadekariya vê konferansê kir. Di vê konferansê de wê  biryarek mezin derkeve. Dê li dijî tecrîd, talan, wêrankirinê em ê biryardayinek xurt nîşan bidin. Li ku di be bila bibe têkoşîna hevpar, rêxistina hevpar ji bo me esas e. Em ê li dijî mêrê serdest têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Dibe ku herikîna me di rêyên cuda de bin. Lê hemû herikîn diçin ser bahrekê. Em ê xwe bigînin hemû jinan. Me ji hemû jinan pêşniyar girtin.”

Şer girêdayî tecrîdê ye

Çalagan, anî ziman ku ew bawer dikin ku di vê konferansê de wê di çarçoveya pêşniyar û rexneyan de biryar derkevin pêş û wiha axivî: “Bi rêya qeyûman, rê li pêş têkoşîna jinan hat girtin. Heta niha me li dijî siyaseta qeyûm li ber xwe da û em ê dîsa li ber xwe bidin. Kaosa ku ev welat têde ye, bi xwe re hejarî, tundî, tecrîd û şer pêş dixe. Ev encama polîtîkaya hikûmetê ye. Bi rêya şer jin ji cih û warên xwe qut dibin. Jin dibin penaber û keda jinên penaber tê xwarin. Desthilatdar dike ku jin her tim girêdayî mêr be û li malê hepis bikin. Dixwaze ku tecrîdê mayinde bike. Şer û tundî ji tecrîdê ne serbixwe ye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, dê şer, tundî û binpêkirina mafan dê bidome.”

‘Em hêza xwe ji têkoşîna jinên berxwedêr digirin’   

Canan Çalagan herî dawî da zanîn ku ew hêza xwe ji jinên kurd, tirk, ereb, ecem, suryanî, êzîdî digirin û wiha bi dawî kir: “Em hêza xwe ji hemû jinên bindest digirin. Em hêza xwe ji jinên li dijî zilmê li ber xwe didin digirin. Em hêza xwe ji jinên têkoşer û berxwedêr digirin. Em li dijî polÎitîkayên binçavkirin, girtin, hêza xwe ji jinên zindanan digirin. Em hêza xwe ji jinên Rojava ku bûne heviya cîhanê digirin. Em hêza xwe ji pergala Modernîteya Demokratîk digirin. Jin Jiyan Azadî.”

Konfrenas bi axaftinan didome.