5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neteweyên Yekbûyî: Cîhan piştgiriyê nade jinan

Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de ragihand ku cîhan ji temsîla siyasî bigire û heta bi firsenên dîrokî piştgiriyê nade jin û zarokên keç

Şaxa Jinan a Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de ragihand ku ji têkoşîna li hemberî hejariyê heta perwerdehiyê, ji temsîla siyasî heta firsenên dîrokî dinya piştgiriyê nade jin û zarokên keç.

Rapor ji aliyê Şaxa Jinan a Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin. Di raporê de li ser 17 Armancên Pêşveçûnê yên Domdar tê sekinandin. Ev armanc di sala 2015’an de dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî bûn hatibû qebûlkirin û tê payîn ku heta sala 2030’an ji bo hemû kesan siberojeke baş ava bike.

Di van armancan de ev tişt heye ku tê xwestin dawiyê li cihêkariyê bînin, şîddeta li ser jinan, zewicandina bi darê zorê û sinnetê ji holê rake, karên malê bi hevkarî were kirin û bidestxistina tenduristiya zayendî were mîsogerkirin.

Lê li gorî raporê di nîveka rêya ber bi sala 2030’an dinya piştgiriyê nade jin û keçên ciwan û wan li erdê dihêle.

Her sal 245 milyon jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şîddeta fîzîkî tên û ji her pênc jinan yek jî beriya 18 salî tê zewicandin. Jin her roj ji mêran 2,8 saet zêdetir karên malê dike û di parlementoyê de rêjeya jinan jî ji sedî 26,7 e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî wê di sala 2030’an de 575 milyon kes di nav hejariyeke mezin de bijî û ji sedî 60’ê vê rêjeyê wê jin be. Ev jî tê wateya ku li temamî dinyayê ji deh jinan, jinek wê di nav hejariyê de bijî.