6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDK’ê li dijî tecrîd û asîmîlasiyonê çalakiyên çandî li dar dixe

Di çarçoveya çalakiyên çandî de dê ji 12 wênesazên li seranserê cîhanê bi nav û deng, wêneyên têkildarî tecrîdê bên xwestin. Ev wêne dê paşê li nêvenga dîjîtal bên belavkirin. Ên beşdarî pêşangehê bibin, di heman demê de dê bibin îmzekarên ji bo rakirina tecrîdê jî.

Projeya arşîva dijîtal a neteweyî

Ji bo dîroka kurdan bigihê nifşên bê, dê “Projeya Arşîva Dijîtal a Neteweyî ya Kurd” bê çêkirin. Di çarçoveya projeyê de dê li çar beşên Kurdistanê berhemên devkî û nivîskî bên komkirin û dê ev dane li nêvenga dîjîtal bên belavkirin.

Di nava çalakiyan de “Salnameya Rojên Girîng” jî heye. Dê di vê çarçoveyê de li ser navê Mîr Celadet Alî Bedirxan pêşbaziya helbestan û çîrokan bê lidarxistin.

Dê bulteneke tirkî û kurdî ya çandî bê amadekirin. Bulten dê sê mehane be. Di di vê bultenê de bi tevkariya PENa Kurd helbest, çîrok, karîkatur û wêneyên girtiyan jî hebin. Her wiha ji bo li Stenbolê mala dengbêjan bê avakirin dê hin xebat bên kirin.

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mehmet Ûçar, têkildarî çalakiyên ku dê bên lidarxistin ji nûçegihanê ajansa Mezopotamiyayê Omer Îbrahîmoglû re axivî.

Mehmet Ûçar bal kişand ser girîngiya xebatên çandî û got ku çanda kurdî tê tunekirin. Ûçar bilêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî ji bo çanda kurdî talûkeyeke mezin didin der û got ku ji bo tunekirina çanda kurdî “aqilekî dewletê” di dewrê de ye.

Tecrîdkirina çanda kurdî

Ûçar destnîşan kir ku saziyên siyasî û çandî tên çewisandin û qedexekirina çalakiyên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û girtina hunermendên wekî Emel Çîftçiyê bibîr xist. Ûçar wiha domand: “Pêvajoya tecrîdê ya Îmraliyê heye û divê gelê me bi zelalî zanibe ku yê li wir tê tecrîdkirin ne bedenek e. Li wir bi temamî hebûna çanda kurdî tê tecrîdkirin. Lewma divê em helwesta xwe ya xwedîderketinê bidin der. Tecrîd wekî çoyekî li ser serê çanda kurdî ye jî. Şikandina tecrîdê, dê bike ku xebatên çandî jî bi lez û bez bên kirin.”

Bangewazî

Ûçar destnîşan kir ku dê ji bo çanda kurdî bitêkoşin û ji bo xebatên ku dê bikin bang li her kesî kir. Ûçar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her kes dikare bi rihetî di nava van xebatan de cih bigire. Ger cih bigirin, em yeqîn dikin ku dê xebatên me zûtir bigihêjin ber destê gel.”