spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên li ser Minbicê dîsa hatin têkbirin

Êrîşa berfireh a bejahî ya komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ku duh bi şev li dijî gundên li bakurê rojavayê Minbicê kirin, hate têkbirin. Gundên li bakur û rojavayê Til Temirê jî têne bombekirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarên girêdayî dewleta tirk duh bi şev li bakurê rojavayê Minbicê ji bejahî ve êrîşeke berfireh bir ser gundên Ereb Hesen, Muhsenlî, Toxar, Um Edese û Um Cilod. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiv dan êrîşan û şer heta serê sibehê dewam kir.

Di şer de gelek çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxaneyên ku çeteyan li pey xwe hiştin hatin bidestxistin. Êrîşên çeteyan hatin têkbirin.

Gundên li bakur û rojavayê Til Temirê jî ji roja Pêncşemê ve bi rengekî giran têne bombekirin.

Li gorî agahiyan gundên Tewîle, Til Tewîl, Asûriye, Til Cûma, Ûm El Xêr, Til Gerebêt û Gozeliyê yên li rojavayê bajêr û gundê Dirdara yê lib akurê bajêr bi çekên giran û hawanan têne bombekirin.

Hêjayî gotinêç ye ku ji destpêka Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêrazorê û gundewarên dabû destpêkirin, êrîşên komên çete li ser Minbic û Til Temirê zêde bûn. Armanca wan êrîşan ew e ku HSD’ê mijûl bikin û hewl didin ku sûdê ji tevliheviyên hatine derxistin bigirin.

Dewleta tirk û çekdarên girêdayî wê hewl didin bi riya van tevgeran vê operasyona HSD’ê vala derxînin û wekî şerê bi eşîrên ereb re nîşan bidin. Tevî ku ew operasyona HSD’ê bi daxwaz û pêşiyara rûsipiyên eşîrên ereb ên herêmê pêk hat dîsa jî ew aliyên xêrnexwaz hewl didin ku wê operasyonê wekî şerê li dijî eşîrên ereb nîşan bidin da ku tevliheviyan li herêmê peyda bikin.