18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Herêm di bin xeteriyeke mezin a koçberiyê de ye’

Omer Ocalan anî ziman ku li bajarên erdhej lê qewimiye, dibe ku gelek kes koç bikin û diyar kir heke ew yek pêk were dê demografiya herêmê bi awayekê cidî bê guhertin

Piştî erdheja ku navendên wê Mereş û Hatay bûn, pirsgirêkên sereke, stargeh û alîkarî ne. Li herêmên erdhej lê rabûye, gelek kes koç dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku ji bo xelk bikare ji nû ve xwe li vir bigire, divê teşwîq hebin.

‘Mirov naxwazin bikevin konteniran’

Omer Ocalan da zanîn ku hêj jî li Elbistanê ku navçeyeke Mereşê ye û gundên navçeyê, gelek kêmasî hene, wiha behsa rewşa heyî ya li herêmê kir: ”Ez pênc rojan li Pazarcix û Elbistanê mam. Li navçeyên ku ez çûm, gelek kesan koç kiribû. Navend zêde xera bûbû. Kavil hêj li erdê bûn. Li Elbistanê kampanyayên me û dilxwazên partiyê û sendîkayên mîna KESK’ê berdewam in. Hêj jî hewcedariya bi konan, gelek bû.

Em du rojan çûn gundên çiya yên Elbistanê. Mixabin hewcedarî nehatibûn peydekirin. Li hin gundan alîkarî zêde dihat kirin. Li hin gundan jî alîkarî nehatibû kirin. Bi taybetî li herêma Elbistanê ku Kurdên Elewî lê dimînin, me dît ku kêmasî gelek in. Bi qasê ji destên me hat, me bi wesayît û wesayîteke bi me re, hewil da ku pêdiviyan wan gundan peyde bikin. Lê ev mijareke dûvdirêj e. Ji Kurdistanê ta bi bajarên mezin ên Tirkiyeyê, kî çi ji milê hat, kir. Lê hêj jî kêmasiya organîzasyonê ya dewletê heye. Gundên ku hêj AFAD û saziyên têkildar neçûne, hene. Li Elbistanê pirsgirêkên veşartina cenazeyan, alîkarî, kon, sî û star û xwe germkirinê berdewam in. Pirsgirêkên li navçe û bajarên li bakur, zêdetir in. Çimkî hewa li wir pir dicemide. Carinan çar qat betanî jî têr nake. Lewma betaniyên tên şandin, divê li gor zivistanê bin.

Mijareke wiha jî heye; me hevdîtin bi malbatekê re kir û ji me re got ku mirov bikeve konteyniran, alîkariya ji bo kirêyê tê birîn. Erdogan, got ku li bajarên ew ê ji konteyniran çêbikin ya jî kesên ku wê konteyniran ji bo wan veqetînin, kirêdar bin jî û nebin jî wê alîkarî bi wan re bê kirin.

Wê mehê pênc hezar TL bidana xwediyên xaniyan û du hezar TL jî bidana kesên kirêdar ku ji neçarî ji malên xwe derketine. Lê niha ji ber ku ev pere tê birîn, kes naxwaze bikeve konteyniran.”

Em bang li diyasporayê jî dikin

Mijareke din ku Ocalan bal kişand ser, ew e ku ji herêmên erdhej lê rabûye, kes pir koç dikin. Ocalan got ku divê dewlet mirovan teşwîq bike ku cardin li vir bi cih bibin, eger rê li ber koçberiyê neyê girtin, wê demografiya herêmê bi awayekê cidî biguhere û bi domdarî wiha got: “Dibe ku demografiya Meletî, Semsûr, Elbistan, Mereş, Islahiye, Nûr Dagi, Hatay û Antakyayê biguhere. Çimkî li ser vê xetê hem Elewiyên Kurd hem jî Elewiyên Ereb hene. Hinek jî Xirîstiyan in. Ji ber bûyerên li Mereşê, qetlîamên li Kurdên Elewî hatin kirin, bi deh hezaran kes neçar man ku koçê cihên cuda yên Ewropayê bibin. Hingê pasaport dihatin belavkirin. Niha bi awayekê welatiyekî ji me re got, di saziyên hikûmetê de bi tenê midûriyeta nifûsê dixebite û pir kes pasaport distînin. Divê mirov rê li ber bigire. Ji bo mirov li cih û warê xwe bimînin divê mirov hewil bide.

Divê mirov bang li dîasporayê bike. Yên li Ewropayê dijîn, cihê ku wê xizmên xwe jî bibin Ewropayê, dikarin di warê aboriyê de bi wan re bibin alîkar. Dikarin derfeta jiyanê ji wan re li vir ava bikin. Nexwe bi xalîbûna mirovan ji vê derê re, wê sibehê roj, rê li ber guherîneke demokgrafîk a mezin vebibe. Dibê qey binesaziya wê jî tê amadekirin. Hikûmet û dewlet, bi awayekê nerasterast teşwîq dikin. Dengê xwe nakin, rê li ber vedikin.

Pêşbîniya min ew e ku wê van bajaran ji xelkê xalî bikin. Çimkî li cihên em çûn tu kes nîn bû. Ên hebûn jî, ketibûn hewila ku wê çawa biçin. Dibe ku mirov bikevin nav destên qaçaxçiyên mirovan.”

‘KAR DIKEVE SER MILÊN CIVAK, DEMOKRAT Û ÇEPGIRAN JÎ’

Omer Ocalan bi lêv kir ku di lêkirina xaniyan de berpirsyarî, ne bi tenê ya dewletê lê ya muxalefet, saziyên civaka sivîl e jî û axavtina xwe wiha bi dawî kir: ”Ev xanî çawa hatine lêkirin? Mirov lê şaş dimîne. Avahiyên qerase mîna kaxizan ketibûn. Ji niha û pê ve divê mirov teqez rê li ber ranta îmar û emlakê bigire. Helbet di vî warî de kar dikeve ser milên şaredariyan û Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê. Lê ji wan wêdetir, divê saziyên civakî yên sivîl, muxalefet, demokrat û akademîsyen û çepgir jî karekê wiha bikin.”