4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Botaniyan deriyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir

Botaniyan heya niha deriyên xwe ji hezar û 600 malbatên mexdûrên erdhejê re vekirine û ew li malên xwe bi cih kirine. Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asûman Kulter anî ziman ku gelê Botanê erka xwe ya civakî pêk tîne.

Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhej bandor li 11 bajaran kirin. Di erdhêjan de bi hezaran kesên ku di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndra bûn. Li herêmên erdhêjê hê jî xebatên lêgerînê didomin. Li gel erdhejê li Tirkiye û Kurdistanê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhêjê re bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyayên alikariyê hatin destpêkirin. Herêma Botanê ku ji roja erdhejê heta niha ji bo herêmên erdhêjê seferber bûye, xebatên xwe didomîne. Xebatên ku di bin sîwana şaredariya Silopiyayê de tên komkirin ji herêmên erdhêjê re tên şandin. Li Botanê bi pêşengiya jinan piştî avakirina  maseyên krîzê ji her qadê komîsyonên cuda tên avakirin û xebatên seferberiyê yên ji bo mexdûrên erdhejê tên kirin. Li gorî agahiyên nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût Botaniyan heya niha ji bo hezar û 600 malbatên hatine herêmê 600 mal peyde kirine.

‘Hezar û 600 malbat hatin bicihkirin’

Hevseroka HDP’ê ya Silopiyayê Asûman Kulterê anî ziman ku ji roja ewil heta niha xebatên wan berdewam dikin û got ku gelê Botanê heta niha deriyên xwe ji gelek malbatan re ku ji herêma erdhejê hatine, vekirine û wiha axivî:” Di serî de em ji malbatên xwe re sersaxiyê û birîndaran re jî em şîfayê dixwazin. Rastî jî êşeke gelek mezin e. Em bi xwe jî ji vê êşê gelek neyinî bandor bûn. Roja ewil a erdhêjê me koordînasyona krîze ava kir. Piştî ku me koordînasyona krîzê ava kir me dest bi xebatên xwe kir. Li herêmê me seferberî îlan kir. Bi seferberiyê me xwest ku piştevaniya herêmên erdhêjê bikin. Di hêla piştevaniyê de gelê me ji me hêstyartir nêzik bû. Heta ku me koordînasyona xwe ava kir,gel bi kamyonan û TIR’an alîkarî kom kir û ber bi herêmên erdhêje ve şandin. Ji kincan, xurekan û xwarinê bigire heta ku nivînan pêdiviyên herêmên erdhejê kom kirin. Piştre me li vir seferberî îlan kir û heta ku ji destê me hat me her roj 2-3 TIR şandin. Piştî ku 3 rojên me qediyan, şêniyên herêma erdhêjê ber bi Botanê ve hatin. Li gel hatina mexdûrên erdhêjê ya ber bi herêma me ve me 4 komîsyon avakirin. Komîsyoneke me bi malbatan re hevdîtinê dike û pêwîstiyên wan peyde dike, komîsyonek jî li malbatên me yên welatparêz digere û ji bo mexdûrên erdhêjê malên wan ê vala hebin ji mexdûrên erdhêjê re veqetînin, komîsyoneke me jî ji malbatên ku hatine tespîtkirin re alîkarî belav dike. Heta niha bi giştî li Botanê ji bo malbataên ji herêmên erdhejê hatine 600 mal hatine veqetandin û malbat hatine bicihkirin. Gelek malbatên me tên partiyê û dixwazin welatiyên ku ji herêmên erdhêjê hatine deriyên malên xwe ji wan re vekin. Li Botanê me bi giştî hezar û 600 malbat li cem malbatên me yên ku deriyên malên xwe ji wan re vekirine bi cih kirine. Di wê hêlê de gelê me hesasiyeteke mezin nîşan da. Botanê careke din ruhê xwe yê mêvanperwerî û welatparêziyê nîşanî me da. Em ji bo vê eleqe û xwedîderketinê spasiyên xwe ji gelê xwe re pêşkeş dikin.”

‘Xebatên me dê heta 8’ê adarê bidomin’

Kulterê di berdewama axaftina xwe de got ku îsal xebatên wan ên 8’ê Adarê dê bi pîranî li ser piştevaniya bi jinên herêmên erdhejê re bin û wiha domand: “Ew malbatên ku ji herêmên erdhejê hatine piştî ku tên tespîtkirin em di aliyê derûnî de jî aliyê wan dikin. Bi taybetî jî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê di warê derûnî de aliyê jin û zarokan dike. Di qada jinê de jî me sê komîsyon ava kirin. Bi rêya van komîsyonan pêdiviyên pêwîst tên komkirin. Hevalên me yên ku di van komîsyonan de cihê xwe digirin mal bi mal, tax bi tax digerin û alîkariyê kom dikin. Heta 8’ê Adarê ev kampanyaya me dê berdewam bike. Me bernameyên pîrozbahiyê yên 8’ê Adarê betal kirin û bala xwe daye jinên li herêmên erdhejê. Heta ku pêwîst be em ê xebatên xwe û piştevaniya xwe bidomînin. Em ê di 1’ê Adarê de starta 8’ê Adarê bidin. Ji 1’ê Adarê şûnde jî em ê biçin herêmên erdhejê, pêwendiyê bi jinên herêmên erdhejê re deynin.”

‘Pêwistiya me bi hevgirtinê heye’

Ji koordînasyona kampanyaya “Piştevaniya Jinan a ji bo jinan” Garibe Bîlîrê jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi jinan re û got: “Ev kampanya kampanyayeke ku li tevahiya Botanê tê meşandine. Ji roja ewil ku me dest bi vê kampanyayê kiriye, jinan eleqeyeke mezin nîşan didin. Alîkariyên ku pêdiviyên jinan û zarokan pêk bên hatin komkirin. Armanca kampanyayê ew e ku bi jin û zarokên li herêmên erdhejê re hevgirtineke zêdetir bê kirin û pêdiviyên wan bên bicihkirin. Ev kampanya ne tenê li Silopiya û Şaredariya Silopiyayê re sînordare. Li hemû bajarok, gund û taxên Botane ev kampanya tê meşandin. Ev kampanyayeke berfireh e. Hevalên me yên jin ên ciwan li gund û taxan ji bo komkirina pêdiviyên jin û zarokan dixebitin. Ev kampanya dê heta demekî dê berdewam bike. Weke jinên Botanê em ji jinan zêdetir piştgirî û hevgirtinê dixwazin. Ev kampanya dê demdirêj be û pêwîstiya me bi xurtkirina tifaqiya jinan heye. Jinên Botanê yên ku dixwazin bi me re hevkariyê bikin, dikarin tevlî xebatên me bibin û ji bo pêdiviyên herî bingehîn bi cih bînin, alîkariyê bidin.”

‘Dema digotin Şirnex em ditirsiyan’

Malbata Kuruca, yek ji malbatên ji herêma erdhejê ye û ji bajarê Semsûrê hatiye Silopiyayê. Ji malbatê Derya Kurucayê anî ziman ku dewletê alîkariya wan nekiriye û ji ber wê jî wan berê xwe daye Botanê û got: “Erdhej saet di 4:17’an de pêk hat. Dema erdhej çêbû, min zarokên xwe bi lez û bez derxistin. Lê min nikarîbû keçeke xwe rizgar bike. Keça min çend saetan di hundir de ma. Xanî hilweşiyabû û li ser kêlekê ketibû. Ez diqîriyam, lê kes nebû ku alîkariyê bike. Paşê ez bi derfetên xwe ketim wê malê û min keça xwe xilas kir. Şeva erdhejê kesî alîkariya kesî nekir. Her kes kete xema xwe. Me bi hewledanên xwe hin  tişt kirin. Kesî alîkarî nedikir, dihatin li me dinêriyan û digotin, ‘Niha tiştekî ku em bikin nema ye mirine, em ê yê ku sax mane rizgar bikin.’ Tu hewlêdana wan nebû. Xezûrê min di bin xirbeyên avahiyê de ma û piştî 7 rojan cenazeyê wî hat derxistin. Dildarên ku ji Silopiyayê hatin cenazeyê wî derxistin. Dema em li wir bûn, navendên telefonê digotin ‘Em ê bajêr derman bikin, bajêr terk bikin.’ Em paşê hatin vir. Û mêvandariya xelkê vê derê gelekî bandor li me kir. Bi rastî dema me digot  Şirnex, em ditirsiyan. Lê piştî ku em hatin, me mirovên li vir dîtin, me ew nas kirin. Min dema ku zarokên xwe anîn vê derê digiriyan lê niha jî naxwazin derkevin. Bi rastî jî mirovên vir pir bi qîmet in. Dayikên me hîna li gund û di konan de, bê av û ceyran li benda alîkariyê ne, bêçare ne. Ya em rizgar kirin hevgirtin bû.”