19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herî zêde jin piştgiriyê didin rêwiyên Meşa Azadiyê

Jinên ku “Rêwiyên Azadiyê” bi coşeke mezin pêşwazî dikin, anîn ziman ku tekane daxwaza wan aştî ye û dan zanîn ku ji bo aştî pêk were divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe

“Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê dest pê kir, di roja 7’emîn de berdewam dike. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di Meşa Azadiyê de cih digirin, li hemû bajar û navçeyan bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Herî zêde jin û ciwan meşvanan pêşwazî dikin. Jinên ku meşvanan li navçeya Xinûsa Erziromê û Gimgim a Mûşê pêşwazî kirine anîn ziman ku ew dixwazin ji Abdullah Ocalan agahî bistînin.

Xizmên girtiyan di pêşwazîkirinê de ne

Mayîde Kamiş a meşvanan li navçeya Xinûsê pêşwazî kiriye da zanîn ku keça wê Fîdan Kamiş 10 sal e di girtîgehê de tê ragirtin û got: “Em aştî û aramiyê dixwazin. Zarokên me ji ber ku li hember zextan rabûne, di girtîgehan de tên ragirtin. Em azadiya zarokên xwe dixwazin.”

Makbûle Îstek a 70 salî ku kurê wê di girtîgehê de ketiye greva birçîbûnê jî wiha axivî: “Em aştiyê dixwazin. Em ewqas bi keseran tije ne ku nizanin bê ka dê çi bêjin. Cezayê muebetê dane kurê min û ev 10 sal in di qawişa yekkesî de tê ragirtin. Îro Meşa Azadiyê heye û divê her kes raber ser piya. Divê hemû dayik dest bidin hev. Divê ev bar tenê li ser pişta girtiyan neyê hiştin. Divê em yên li derve vî barî hilgirin. 3 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Divê demildest parêzer û malbat biçin serdanê. Ev mêş dê teqez azadiyê bîne.”

Daxwaza çareseriyê kirin

Meral Alagoz Îmre jî yek ji wan kesên meşvan pêşwazî kiribûn de cih digirt jî wiha axivî: “Mafê her girtiyekê/î heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev mafeke hiqûqî ye. Divê demildest birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê êdî li vî welatî bêhiqûqî neyên jiyîn. Divê pirsgirêka kurd, bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.”

Îmre, bi bîr xist ku warê ew tê de dijîn werê Şêx Seîd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjin ku kurd li vî welatî, li dijî heqareta li wan hatiye kirin re bêdeng nemane û dê nemînin jî. Ez wek dayika du zarokan, êdî naxwazim hestir ji çavên tu dayikan birijin. Divê ji ber vê hemû dayik xwedî li vê meşê derbikevin. Divê demildest aştî were vê axê. Ez serkeftina meşvanan dixwazim.”

‘Bêyî Ocalan aştî nayê’

Menîce Ilik jî wiha axivî: “Meşvanan pîroz dikim û serkeftinê dixwazim. Hêvî dikim ku meş bigihije armanca xwe. Bila meş bibe sedema aştiyeke mayînde. Heya aştî tê em ê dest ji vê daxwaza xwe bernedin.”

Berîvan Canbey destnîşan kir ku ev 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Dema birêz Ocalan xwedî gotin bû, pevçûn sekinîn û mirov jiyana xwe ji dest nedan. Dema ku tecrîd giran bû pevçûn derketin û mirin çêbûn. Armanca meşê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Ev daxwaz daxwaza me ye jî. Birêz Ocalan wekî rojê ye, dema ku roj dernakeve hemû mirov di tariyê de dimînin. Her kes dizane ku bêyî birêz Ocalan aramî û aştiyeke mayînde nayê.”

Canbeylî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em serkeftina meşvanan dixwazin. Ji bo ku em piştgirî bidin wan, em bi wan re meşiyan. Her gava ku di vê meşê de tê avatin, bi nirx e. Heya îro kurd ji bo jiyaneke demoratîk gelek berdêl dan. Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya mirovahiyê di jiyaneke nû ava dikin. Ev têkoşîn xewa hêzên modernîteya kapîtalîst revand. Têkoşîna kurd bi dostên xwe ve didin, plansaziyên hêzên hegemon serobino kirin. ji ber wê birêz Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye. Em dixwazin birêz Ocalan di nava xwe de bibînin.”