9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başak Demîrtaş: Ez ê nebim namzet

Başak Demîrtaş, bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina bi partiyê re biryar da ku nebe namzet. Yek ji kesên navê wê ji bo namzetiya şaredariya Stenbolê derbas dibû Demîrtaş bû

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) biryar dabû ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Hevjîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş daxuyanî dabû û gotibû ku ew ji bo ÎBB’ê amade ye ku berpirsyariyê li xwe bigire.

Başak Demîrtaş destnîşan kir ku ew bi partiyê rew şêwirî ye û biryarek da ye.

Daxuyaniya Başak Demîrtaşê wiha ye:

“Partiya me polîtîkaya hilbijartinên rêveberiyên herêmî bi baldariyeke mezin diyar kiriye. Ji bo piştgiriyeke xurt bidim, min jî anîbû ziman ku dikarim ji bo namzetiya ÎBB’ê berpirsyariyê li xwe bigirim.

Di 5’ê sibata 2024’an di roja duşemê de şandeyeke partiya me hat û der barê geşedanan de ez agahdar kirim. Piştî hin parvekirinan, partiya me anî ziman ku wan ji diyarkirina helwesta îradeyê hêz girtine û em rûmetdar kirin. Em spasiyên bêdawî li gel û Navenda DEM Partiyê ya di nîqaşên endamtiyê de piştgirî daye me dikin.

Li gel vê yekê ez bi partiya xwe re gihiştim encamê ku dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin nebin namzet. Divê tevahiya gelê me û endamên partiyê bizanin ku tevahiya biryaran bi koordînasyoneke baş a bi partiya me re hatine dayîn. Em ê bi hemû hêza xwe li pişt hevalên xwe yên namzet ên ku dê partiya me di rojên pêş de nîşan bide bisekinin û ji bo serkeftina partiya xwe bixebitin.

Em rica dikin ku ji bilî daxuyaniyên fermî tu kes guh nede daxuyaniyên cuda û bingehê ji spekulasyonan re amade nekin. Em ê bi hev re bi ser kevin û çi dibe bila bibe dê ji rêgezên xwe yên sereke yên demokrasiyê û feraseta xwe ya edalet, wekhevî û aştiyê tawîz nedin. Em ê teqez bi ser kevin. Dem dema me ye!”

MYK’a partiyê daxuyanî da

Piştî biryara Başak Demîrtaş a xwevekişandina ji namzetiyê, Lijneya Rêveber a Navendî (MYK)ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku lijneyên rayedar di qonaxa heyî de hemû vebijêrk nirxandine, bi Başak Demîrtaş re hatine gel hev û bi hev re biryar dane ku Başak Demîrtaş nebe namzet. Her wiha hate ragihandin ku dê namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di rojên pêş de bi raya giştî re bên parvekirin.

Daxuyaniya MYK’a DEM Partiyê wiha ye: “Partiya me biryar dabû û bi raya giştî re parve kiribû ku di çarçoveya xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî de dê li her devera Tirkiyeyê yên lihevkirina bajar li ser çênebûye bi namzetan xwe derkeve hizûra gel.

Di nava herêmên hilbijartinê de cihê herî zêde nîqaş li ser tê meşandin jî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. Lewma jî Stenbol bi taybet û bi berfirehî hatiye nirxandin. Hebûna hemû hevalên me yên ji bo bernamzetiya Stenbolê û îradeya nîşan dane, hêz û moral daye partî û gelê me. Di nava van navan de ya herî zêde derketiye pêş jî rêhevala me ya hêja Başak Demîrtaş e. Bêguman piştgiriya rêhevala me Başak Demîrtaş a ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, hêzeke mezin daye me.

Ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îradeya xwe nîşan daye, piştgirî daye polîtîkayên me yên hilbijartinê û vê yekê em bêhtir bihêz kiriye. Ji roja ewil heta niha îstîşareyên me yên bi Başak Xanimê re didomin. Di qonaxa heyî de lijneyên me yên peywirdar hemû vebijêrk nirxandine, bi Başak Xanimê re hatin gel hev û bi hev re biryar dan ku nebe namzet.

Namzetên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê di rojên pêş de bi raya giştî re bên parvekirin.

Ji ber hêza ku daye partiya me, em jidil spasiya xwe ji bo Başak Demîrtaş a hêja dikin. Em dizanin ku ji vir û şûnde jî dê piştgiriya xwe bidomîne.

Ji bilî daxuyaniyên fermî yên partiya me, divê tu kes guh nede daxuyaniyên têkildarî namzetên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Em rica dikin ku tu kes bi gotinên xwe bingeha spekulasyonan amade neke. Bêyî ku ji têkoşîna demokrasiyê tawîz bidin, em ê li gel rêhevalên xwe yên di girtîgehan de û li sirgunê mil bidin milê hev û meşa xwe bidomînin.”