27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Cizîrê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin

Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz wiha got: "Em ji Cizîra Botan bang dikin; gelê me polîtîkayên we yên ku vîna wan nas nake qebûl nekir û nake. Ji ber polîtîkayên we îro Tirkiye di krîz û kaosê de ye.”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di roja 7’emîn de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Wanê de cih digirin, ji navçeya Silopiya ya Şirnexê ber bi navçeya Cizîrê ve hatin oxirkirin. Welatiyan, meşvan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” oxir kirin.

Rêwiyên Azadiyê li devera Pira Yafesê ketina Cizîrê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dayikan sirûdên “Berxwedan Xweş Doz e” û “Herne Pêş” xwendin. Piştre jî Dayikên Aştiyê ketin bin milê meşvanan û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Jin, jiyan, azadî” û “Tecrîd mirin e, berxwedan azadî ye” dest bi meşê kirin. Esnafên ku polîsan di dema meşê de hewl didin nehêlin ji dikanên xwe derkevin û xelkê navçeyê bi çepikan piştgirî dan Meşvanên Azadiyê.

Rêwiyên Meşa Azadiyê heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê meşiyan û li vir ji hêla girseyê ve bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Yek ji kesên di nava girseya li pêşiya avahiya partiyê de disekinî jî dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç bû.

Aydenîz: Tu hêz nikare vê meşê rawestîne

Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir axivî û wiha got: “Ev 7 roj in em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dimeşin. Em dizanin ku ev meş dê bi ser keve. Armanca vê meşê heqîqet, yekitî û aştî ye. Bajar bi bajar, navçe bi navçe em meşiyan. Nêzikatiya îktîdar û hêzên ewlekariyê ya îro li Cizîrê tê nîşandan, nîşaneya tirsa wan a ji demokrasiyê ye. Bila dewlet, îktîdara AKP’ê û hêzên ewlekariyê bizanin ku dê nekarin meşa bidin sekinandin. Bi dehan caran Cizîran Botan hate hilweşandin lê her carê rabûn ser pêyan û têkoşîna xwe domand. Em ji Cizîra Botan bang dikin; gelê me polîtîkayên we yên ku vîna wan nas nakin qebûl nekir û dê qebûl neke. Ji ber polîtîkayên we îro Tirkiye di nava krîz û kaosê de ye.”

‘Bila dewlet hişê xwe bide serê xwe’

Aydenîz, got ku dê meşa wan a ji bo azadiya gelê kurd û demokrasiya Tirkiyeyê bidome û ev tişt anî ziman: “Di salên 2013-2015’an de em bi hev re bi aştiyane jiyan. Her kesî dît ku dema birêz Ocalan diaxive, aştî çêdibe. Dema diaxive êdî mirin çênabin. Ev yek nîşan dide bê ka pirsgirêkan çawa çareser dike. Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe. Gelê kurd tu carî paşvegav neavêtiye û dê neavêje jî. Em 75 kes bi ser navê milyonan kesan ev 7 roj in dimeşin. Em li vir bang dikin; ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê divê muxatabiya birêz Ocalan bê naskirin. Dê têkoşîna me jî mezintir bibe. Dengê yekitî û aştiyê bibihîsin, vê zilmê ji holê rakin.”

‘Em ê birêz Ocalan azad bikin’

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Şaredariya Cizîrê Guler Tunç jî gel silav kir û wiha got: “Bandora tecrîdê li ser tevahiya civakê heye. Lê li ser jinan cuda tê meşandin. Ji ber ku avakerê paradîgmaya azadîxwaziya jinê birêz Ocalan e. Naxwazin jin bi awayekî azad civakê birêve bibin. Lewma tecrîdê li birêz Ocalan ferz dikin. Heke em jin azadiyê bixwazin, wê demê divê em avakerê vê fikrê azad bikin û ji bo vê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Namzetê hevşaredariyê yê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş jî bal kişand ser dorpêçkirina Cizîrê û ev tişt anî ziman: “Vaye em dibînin bê ka tecrîdeke çawa ye. Em dixwazin êdî ev ewrên reş ên li ser Cizîr û welêt bên rakirin. Meşvanên Azadiyê jî ji bo belavkirina van ewrên reş hatin.”

Name û pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir

Piştî axaftinan, Meşvanên Azadiyê derbasî avahiya partiyê bûn. Dayikên Şemiyê li vê derê patîk û lepik û nameyên nivîsandin radestî meşvanan kirin ku bişînin Îmraliyê. Zarokeke keç a şel û şepik li xwe kirî jî nameya ku nivîsandî û pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir û xwest ji Abdullah Ocalan re bên şandin.

Li avahiya partiyê ji bo kesên di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayîn merasîma bîranînê hate lidarxistin.