4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Herî zêde jinên kurd di zindanê de mane’

Aktîvîsta TJA’yê û siyasetmedar Çaglar Demîrel ku beşdarî konferansa li Amedê pêk hat bû, diyar kir ku bi piranî jinên di zindanê de mabûn beşdarî konferansê bûn û di cîhanê de jinên herî zêde di zindanê de man jinên kurd in

Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 13-14’ê çileyê de li Amedê konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” li dar xist. Siyasetmedar û aktivîsta TJA’yê Çaglar Demîrel ku beşdarî konferansê bû, li ser niqaşên ku hatin kirin û kesên beşdarî konferansê bûn çavdêriyên xwe parve kir. Çaglar Demîrel anî ziman ku konferansek navneteweyî bû û wiha got: “Ji Îranê, Iraqê, Filîstin, Katalan, Fîlîpîn, Kolompiya, Kanada, Amarîka, Yûnanîstan û Baskê û Tirkiyeyê jin beşdarî konferansê bûn. Ji Tirkiyeyê jinên ji saziyên serbixwe hatin beşdar bûn. Jinên rojnameger, nivîskar, akademîsyen, hunermend û ji gelek pîşeyên din hatin tev lê bûn.”

Demîrel da zanîn ku ji bo zindanan ev konferansa yekemîn bû li Amedê pêk hat û wiha axiv: “Di roja yekemîn de panel pêk hatin. Her jinên hatin beşdar bûn li ser tecrîdê axivîn. Dîsa ji welatên xwe ezmûnên xwe parve kirin. Me jî nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî girtî û girtîgehan çibû anî ziman. Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê pir bandor li ser wan kir. Ji Filîpînê hatibûn. Hemû kesên beşdar bûn tev li girtîgehê mabûn. Ji parlamenterên Ewropa û Îrlandayê hatibûn. Her tiştên li welatên xwe anîn ziman. Bi piranî yên têkoşîn û berxwedanên xwe yên li zindanê parve kirin hemû wekî hev bûn. Nêzîkatiya netew dewletê ya li dijî girtiyan jî wek hev e. Her çend di pratîkê de di nava dewletan de cuhadî hebe jî di hişmendiyê de yek in. Me hemûyan têkoşîn û berxwedana xwe ya li girtîgehan parve kir. Encamek derket holê. Li gorî vê encamê li ku dibe bila bibe, Netew dewlet bi piranî ji bo kesên muxalif û kesên li mafê xwe xwedî derdikeve û têdikoşe, zindanan ava dike û wan digire. Her netewe dewlet êrîşî muxalifan dike û wan davêje zindanê. Me ev parve kir. Heta niha konferansek bi vî rengî navneteweyî ku jin bên tecrûbe û çavdêriyên xwe parve bikin pêk nehatibû. Ev ji bo me gelek erênî bû. Yên hatin jî heman tişt anîn ziman.”

Wê bi hev re li çareseriyê bigerin

Demîrel, da zanîn ku xwestin ev xebat tenê li Amedê nemîne û wiha lê zêde kir: “Ji niha û şûnde bila konferans bidomin û yên beşdar nebûne jî bila beşdarî konferansan bibin. Bila jinên ji welatên din ên Ewropa û Rojhilata Navîn ku beşdar nebûn jî bila bên beşdar bibin. Ji niha û şûnde em ê di navbera jinên di zindanan de mane pirekê ava bikin û têkiliyan xurt bikin. Em çi dijîn. Pirsgirêkên me çi ne û em ê çawa bi hev re çareseriyê peyda bikin. Em ê bi hev re li çareseriyê bigerin.”

Dengê girtiyan bide bihîstin

Demîrel, eleqeya hevalek ku ji Silêmaniyê hatibû û bibîr xist û wiha pêde çû. “Hevala ji Silêmaniyê hat got ‘Min ew qas tişt nizanîbû’ Piştî hat dît fêr bû. Di nava jinan de yên herî zêde li girtîgehan mane jinên kurd in û herî zêde li Tirkiyeyê jin hatine girtin û girtî mane. Hevalên me yên jin ên 30 salan li girtîgehê mabûn jî beşdarî konferansê bûn. Yên ji dewletên din hatibûn 8 sal, 10, 15, 20 sal girtî mabûn. Lê yên herî zêde girtî mabûn li Tirkiyeyê jinên kurd bûn. Vê yekê bandorek pir mezin li ser beşdaran kir. Atolyeyên hiqûq, siyasî, huner û çapemeniyê hatin lidarxistin. Li girtîgehan çi dibe, çi tê jiyîn, girtî çi dinivîsin, agahiya derve jê çênabe. Çapemenî wê dengê girtiyan bide bihîstin. Dîsa atoleya hunerê dê hunera girtiyan bide nasîn. Dê hunera girtîgehan bêtir bi her kesî bide xuyakirin. Aliyê siyasî jî em ê çawa   van tiştên tên jiyîn di qada siasetê de bidin xuyakirin. Bi atolyeya hiqûqê jî em ê çawa karibin vê bêhiqûqiya li girtîgehan pêş dikeve ji aliyê hiqûqî de biparêzin.”

Demîrel herî dawî wiha got: “Konferans di vê demê de pir hewce û pir girîng bû. li girtîgehan grev didomin.Di vê pêvajoyê de ev konferans gelek girîng bû. Têkoşîn û berxwedana me wê ji niha û şûnde jî bidome.”