6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayişa PDK’ê bersîvê nade parêzerên Silêman Ehmed

Parêzerê Rojnameger Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed anî ziman ku heta niha gelek caran serî li asayişa PDK’ê dane û wiha got: “Ewil qebûl kirin ku Silêman Ehmed li gel wan e. Piştre înkar kirin. Heta niha me gelek caran serî li asayişê daye, lê bersîvê nadin me.”

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 91 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, çendek roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Têkildarî rewşa 3 meh a windakirina Rojnameger Silêman Ehmed Parêzer Nerîman Ehmed hewldanên xwe yên ji bo dîtina  Silêman Ehmed bi rojnameya me Xwebûnê re parve kir. Parêzer Nerîman Ehmed anî ziman ku nêzî 3 meh in hatiye desteserkirin û wiha got: “Silêman Ehmed bi awayekî dijî hiqûqî hatiye desteserkirin. Ji roja hatiye desteserkirin heta niha wekî yekîtiya parêzerên doza Silêman Ehmed me gelek caran serî li Asayişa PDK’ê da.”

Asayişê îlan kir ku li gel wan e, niha înkar dikin

Parêzer Nerîman Ehmed destnîşan kir ku asayişa PDK’ê di destpêkê de bi xwe îlan kirin ku Silêman Ehmed li gel wan e û wiha berdewam kir: “Wan bi xwe îlan kirin ku li Asayişa Giştî ya Duhokê hatiye desteserkirin. Me di heman demê de serî li asayişê da. Piştre me çend carên din disa serî li asayişê da. Ewil dibêjin li gel me ye. Piştî ku em diçin dibêjin ne li gel me ye. Bi fermî dibêjin li gel me ye, ne fermî jî dibêjin ne li gel me ye. Wekî winda nîşan didin.”

Me tespîd kiriye ku Ehmed li asayişê ye

Parêzer Nerîman Ehmed destnîşan kir ku wan çend caran bi rêya çavkaniyên xwe tespit kirin ku Silêman Ehmed li Asayişê ye û wiha lê zêde kir: “Me serî li qazî/hakîm da ku em biçin Silêman Ehmed bibinin. Hekîm biryar girt ku em biçin Silêman Ehmed bibinin. Li ser vê yekê me serî li Berpirsiyara Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê kir. Gotin ‘Em ê yekîneyekê bişînin zindan ku lêkolîn bikin û cih tespit bikin’. Lê heta niha  encamek nehatiye bi destxistin. Em di 22’ê Çile de bi Rayedarê Mafên Mirovan ê Başûrê Kurdistanê re axivin. Wan jî soz da ku li ser meseleyê rawestin. Di demek nêz de li wir gilî jî dikin ji bo aqûbeta Silêman Ehmed bipirsin.”

Asayiş bersîvê nadin

Parêzer Nerîman Ehmed destnîşan kir ku heta niha gelek caran serî li asayişê didin û wiha bi dawî kir: “Heta niha me gelek caran li asayişê da. Lê bersîvê me nadin. Xuya dike ku dixwaze bi zorê hin sucan bi Silêman Ehmed bidin qebûlkirin.”

Xebatkarên Rojnews û parêzerê Silêman Ehmed bi biryar in ku di 100’în roja windakirina Ehmed de daxuyaniyê bidin û serî li gelek cihên cuda bidin.