spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesekî dê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan daran biçînin

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariya lidarxistina çalakiyan tên kirin. Gel dê daran biçînin û şahiyên girseyî pêk bînin. Çalakî dê ji 3 heta 6'ê Nîsanê bidomin.

Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê), ji 3’yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û 7 navçeyên wê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê) yê girêdayî kantona Cizîrê dê çalakî bên lidarxistin.

Komîteya çalakiyan a Hesekê û navçeyên wê diyar kir ku di çalakiyan de çandina daran li navenda bajêr û gundewarên wî, şahiyên girseyî û çalakiyên çandî pêk tên.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Di 3’yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê gel dê daran biçînin. Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dê lidar bixe. Li parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê çalakiyên hunerî û çandî dê li dar bixe. Li ser tabloyên rêyan yên bajarê Hesekê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dê bên pêşandan.

Di 4’ê Nîsanê saet di 20:00’an de li Parka Serdem a bajarê Hesekê şahiyeke girseyî dê bê li darxistin. Li Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî saet di 10:00’an de şahiyeke girseyî bi beşdariya şêniyên navçeya Zirganê li dar dikeve. Li navenda Kongra Star a navçeya Şedadê jî saet di 11:00’an de şahiyek bi beşdariya şêniyên bajarokê Mergedê û navçeya Erîşê dê bê li darxistin. Li Parka Şehîd Zevîn a navçeya Dirbêsiyê jî saet di 10:00’an de dê şahiyek bê lidarxistin.

Li navçeya Til Birakê saet di 10:00’an de û li navçeya Holê saet di 13:00’an de şahî tên lidarxistin.

Di 6’ê Nîsanê de li bajarê Hesekê saet di 20:00’an de şevbuhêrkeke hunerî û çandî tê lidarxistin.