7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heta Komkujiya Roboskê neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê

Di salvegera 12’emîn a Komkujiya Roboskê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal hate kişandin ku faîl bê ceza hatine hiştin û wiha hate gotin: “Heta ku Roboskê neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê.”

19 jê zarok 34 kes di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk de di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê hatin qetilkirin. 12 sal bi ser Komkujiya Roboskê re derbas bû. Tevî ku evqas sal derbas bûn jî di nava demê de berpirsyarek tenê jî nehate darizandin Û bertekên li dijî komkujiyê qet nesekinîn. Bi boneya salvegera 12’emîn a komkujiyê li gelek bajaran careke din çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Heta ku faîl neyên darizandin dê têkoşîna me bidome” derket pêş.

Riha

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi boneya salvegera komkujiyê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî pêkhateyên platformê û siyasetmedaran gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Roboskî ne dram e komkujî ye, me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” hate vekirin de Hevseroka SES’ê ya Rihayê Fîlîz Saat diyar kir ku tevî 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî faîl nehatine darizandin û lêborîneke ku wijdanan rehet bike nehate xwestin û wiha got: “Tişta herî girîng ku me girêdayî hev dike edalet e. Di sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin de demborî nabe. Heta ku faîlên Roboskê bên darizandin û cezayê heq dikin digirin em ê şopdarê vê dozê bin. Em ê li dijî şer parastina xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Kujer dê hesabê bidin gel” bi dawî bû.

Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê derbarê salvegera Komkujiya Roboskê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Pirsûsê û welatî beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya partiyê hate dayîn bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Pirsûsê Salîh Ogûz bal kişand ku tevî bi ser komkujiyê re 12 sal derbas bûne jî kes nehatiye darizandin û got: “Gelê kurd dê şopdarê vê yekê bibe.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Edene

Şaxa ÎHD’a Edeneyê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Înonuyê qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Di daxuyaniya ku ji bo 34 kesan rêzgirtinê dest pê kir de pankarta “Ji bo Roboskê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet ji bo herkesê edalet! Me roboskê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin” hate vekirin, girse di destê wan de qûrnefîl tev li daxuyaniyê bû. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajar tev li daxuyaniyê bûn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş ê metna hevpar xwend, diyar kir ku tevî evqas sal bi ser komkujiyê re derbasbûne jî têkildarî berpirsyaran de lêpirsînek jî nehatiye vekirin û bertek nîşanî vê yekê da. Ataş, wiha got: “Êşa li Roboskê hatiye jiyîn, ne pirsgirêka malzemeyê siyaseta navîn ê Tirkiyeyê ye, pirsgirêkeke mirovahiyê û navnetewî ye.” Ataş, bi lêv kir ku komkujî ne li dijî kurdan li dijî mirovahiyê hatiye kirin û dê weke sûcekê mirovahiyê li dîroka Tirkiyeyê were nivîsîn.

Hatay

Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî di konteynirê de daxuyanî da. Gelek parazvanên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç axivî. Kilinç, diyar kir ku bi komkujiyê sûcekî li dijî mirovahiyê hate kirin û wiha axivî: “Edalet, li cihê bêedaletî lê heye bilind dibe. Em dibêjin bila kujer bên dîtin û Roboskê tu car din neqewime.”

Antalya

Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê bi daxuyaniya li ber avahiya xwe ya bajar qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ya hevpar rêvebera DEM Partiyê Hulya Can xwend. Can, diyar kir ku li dijî Roboskê û sûcên din ên li dijî mirovahiyê hatine kirin demborî nabe û ji bo Roboskê daxwaza edaletê kir.

Enqere

Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, endamên Hewldana 78’an û ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê careke din neyê jiyîn” hate vekirin ve yek ji rêveberê ÎHD’ê Tanjû Gunduzalp metna daxuyaniyê xwend.

Gunduzalp, anî ziman ku divê faîlên Komkujiya Roboskê bên cezakirin û wiha got: “Em ji bo xwedî li mafê jiyana xwe derkevin li vir in. Divê aştî ne tenê di hawirên şer de were avakirin, divê di bingeha civakî de jî were avakirin. Ji bo ku di wijdana raya giştî de hêviyên aştiyê bên xurtkirin, girînge ku berpirsyarên komkujiyê yên leşkerî û siyasî bên cezakirin. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî. Di serî de Roboskê em ê li dijî şer û tundiya hemû azadî û jiyana mirovan ji holê radike, em ê mafê xwe yê îtîrazê bênavber bikarbînin.”

Amed

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amede li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, endam û rêveberên DEM Partî û Hevserokên DBP’ê yên Bajêr û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem lê sekinî û êş girantir bûn, em Roboskî ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate vekirin.

Li ser navê platformê daxuyanî Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran xwend. Tûran, destnîşan kir ku divê komkujî bi hemû aliyan ve were lêkolînkirin û berpirsyar bên cezakirin. Tûran, bi bîr xist ku di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de demborî nabe û wiha got: “Ji bo ku berpirsyarên komkujiyê bên dîtin û komkujî bi her alî ve were ronîkirin dê têkoşîna me bidome. Kujer û kesên ev biryara komkujiyê dane, kesên kujeran diparêzin û kesên hewldidin vê komkujiyê veşêrin elbet dê derkevin holê.”

Dêrsim

Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê (MODER) li Zanîngeha Mûnzûrê têkildarî Komkujiya Roboskê bernameyeke bîranînê li dar xist. Xwendekarên li zanîngehê li ber fakulteyê hatin bahev ji bo 34 mirovan balon firandin.