30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misrê ji ber wêneyê “Jîna Emînî” nehişt balafira alîkariyê dakeve xwarê

Balafira ku alîkarî ji bo Xezayê dianî Misrê ji ber ku wêneyê Jîna Emînî li ser balafirê hebû, rayedarên balafirxaneya Misrê nehişt ku balafir dakeve.

Rayedarên Misrê nehiştin ku duh balafira ku alîkarî ji bo Xezayê anîbûn, li balafirxaneyê dakeve bi behaneya ku wêneyê Jîna Emînî li ser balafirê heye.

Hunermend, derhêner û pîlotê balafira alîkariyên mirovî ya arjantînî Inziki Pinheiro got ku hikûmeta Misrê rê neda ku balafira wî ya ku alîkariyê dibir Xezayê li balafirxaneya El-Erîşê dakeve ji ber ku wêneyê Jîna Emînî (Mahsa Emînî) hilgirtibû.

Derhênerê xwediyê vê balafirê ku ew balafira xwe ji bo armancên mirovî bikar tîne, xwestibû ku hin alîkariya bibe ji bo xelkê Xezayê lê rayedarên Qahîreyê destûr neda ku balafira wî dakeve.

Pinheiro ji bo piştgiriya xwepêşandanên piştî kuştina Emînî, du wêneyên Jîna Emînî û lîstikvanê Îranî yê niha girtî Emîn Nasr Azadî li ser balafira xwe danîbûn her wiha dirûşma “Nabe tu jinek bi darê zorê porê xwe veşêre, û nabe ku tu kesek jî ji ber protestokirinê neyê îdamkirin” li ser balafira xwe bicih kiribû.