7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Şam û Enqerê li hêviya encamên hevdîtina li Washingtonê ye

Di demekê de ku axaftina li ser civîna wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Sûriye û Rûsyayê zêde dibe, Îran jî ketiye rêgeha nêzîkbûna Enqere û Şamê

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Di demekê de ku li Enqereyê behsa vegerandina serweriya Tirkiyeyê li ser Helebê wekî çareseriya herî guncaw a pirsgirêka penaberên sûriyeyî tê kirin, axaftina li ser civîna wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Sûriye û Rûsyayê zêde dibe. Li aliyekî din jî Îran ket rêgeha nêzîkbûna Enqere-Şamê.”

Çavkaniyên nêzî hikûmetên Enqere û Şamê didin xuyakirin ku heta niha dema hevdîtina wezîrên karên derve nehatiye diyarkirin. Li gorî çavkaniyên ji Tirkiyeyê, beriya vegera wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu ji Washingtonê lidarxistina civînê ne pêkan e. Çavuşoglu ji bo tev li civîna Meclisa Stratejîk a Têkiliyên Tirkiyê û DYA`yê bibe tê payîn ku di 17`ê çileyê biçe Washingtonê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Rûsyayê pêşniyar kiriye ku civîn di hefteya duyemîn a çileyê de bê lidarxistin, lê belê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di wê dîrokê de dê li DYA`yê be.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku hevdîtin û dan û standinên di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê dê di rojeva civînên Meclisa Stratejîk de be. Lê Washingtonê ragihand ku ew li dijî nêzîkbûna bi rejîma Sûriyê re ye û bang li aliyên ku dixwazin ev normalîzekirin pêk were, kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê rejîmê pêk hatine, ji bîr nekin.

Di heman demê de dezgehên çapemeniyê yên nêzî rejîma Sûriyeyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên agahdar, destnîşan dikin ku heta niha tu dem ji bo lidarxistina civînê di navbera wezîrên karên derve de nehatiye diyarkirin. Her wiha destnîşan dikin ku lidarxistina civînê girêdayî xebatên ‘komîteyên têkildar’ e ku piştî hevdîtina wezîrên parastinê li Moskovê hat avakirin û karê wê şopandina pêkanîna encamên hevdîtinê ye.

Hemwextî wê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî duh got piştî vexwendina Sûriye û Tirkiyeyê, serokkomar Îbrahîm Reîsî plan dike ku serdana Şam û Enqereyê bike.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî roja sêşemê got serokkomarê Îranê dê di çend hefteyên pêş de serdana Enqereyê bike.

Di vê navberê de, têkildarî mijara nêzîkbûna bi rejîma Esed re, nîşaneyên parçebûna hundirîn li Tirkiyeyê derketin pêş, ev yek di dezgehên çapemeniyê yên nêzî hikûmetê de û yên nêzî opozîsyonê de diyar bû.

Opozîsyon dibêje ku ji bo hin sedemên girêdayî ewlehiya Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka penaberên sûriyeyî, wan berê mijara normalîzekirina bi rejîma Esed re pêşniyar kiriye û eger ne ji zextê wê bûya, hikûmeta Erdogan di vê mijarê de gav nediavêtin. Di heman demê de dibêje ku Erdogan vê mijarê ji bo xurtkirina şansê xwe û partiya xwe di hilbjiartinên serokatiyê û parlamantoyê bi kar tîne.