27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûran Îmîr: Em ê hêza xwe bikin yek

Li her çar parçeyên Kurdistanê hewceyî bi mekanîzmaya rêxistinkirina jinan heye çi sekreterya çi platform, divê rêxistinên her çar parçeyan li ser hev bikin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî mêr û dewletên serdest têkoşîna ku bi pêşengtiya jinên kurd hatiye destpêkirin gihiştiye merheleya herî jor û berxwedana jinan a li dijî tunekirinê didome. Bi armanca damezrandina yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê Şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê di 10’ê kanûnê de serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şandeya ku ji parlamentera HDP’ê ya Şirnexê û endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Nûran Îmîr, Cîgira Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sîncar, Akademîsyen Evîn Adîn, Endama Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Zeynep Dînçer pêk dihat li Başûrê Kurdistanê bi jinan re civiya.

Şande di xebata xwe ya ku hefteyekê berdewam kir de li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek partî, sazî, rêxistin û kesayetên cuda re civîn li dar xistin û nêrînên wan girtin. Li gorî nêrîn û pêşniyarên ku hatine girtin rêziknameyek dê bê amadekirin û “Yekitiya Jinên Kurdistanê” dê bê nîqaşkirin. Endama şandeyê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr a li bajarên başûrê Kurdistanê beşdarî hevdîtinan bûbû, girîngiya yekitiya jinên kurd ji ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê re nirxand.

Xebateke bisalan

Nuran Îmîrê, diyar kir ku destpêkirina xebatên avakirina yekitiya jinên kurd di heman demê de li hemberî pêvajoyê rexnedayinekêyeke ye û wiha axivî: “Em weke jinên kurd di serdeme dirokî de derbas dibin. Her çar parçeyên welatê me di bin bombardimanan de ne. Her roj zext û zordestî li gelê me tê kirin. Deskeftiyên gelê me rastî êrîşan tên. Lê li aliyekî din jî jinên kurd û gelê kurd tekoşineke bêhempa didin. Ji ber wê lingê çûyina me ya Başûr ê yekemîn hevpariya avakirina tekoşina jinên kurd û lingê wê yê duyemîn jî di vê sedsala ku em pêşwazî dikin de em yekitiya jinên kurd ava bikin. Armanca me ya sereke ev bû. Di vê pêvajoya dîrokî de jinên kurd li her çar aliyên welêt li ser lingan in û têdikoşin. Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Ev têkoşînê bi xwe re mizginiya siberojeke azad tîne. Di vê serdema dîrokî de me xwest ku erkên dîrok û gelê kurd ji me dixwaze pêk binin. Em di her çar perçeyan de li hemberî hişmendiya serdest, mêrperest û baviksalar têdikoşin. Armanc ew e ku xeterî û qelsbûnên ku em dijîn em tune bikin. Rastiyek heye di vê tekoşînê de bi rih û bi civakî jî yekitiya jin hatiye avakirin. Em dixwazin ku vî ruhî bi mekanîzmayekî bidin rûniştandin. Armanca sereke ew e ku yekitiya jin û mekanîzmayeke mayînde bê avakirin. Lingê duyemîn ê van hevditinan jî ew e ku êrîşên li ser tekoşina jinên kurd û li hemberî wê jî hêza rêxistinkirî ya jinên kurd bînin ba hev û bi hev re bertek nîşanî van êrîşan bidin. Ev xebat daxwaza bi sed salan e. Xewn û xeyala dayikane û daxwaza hemû gelê kurd e.”

Bi xelekeke por serhildan

Îmir, bi lêv kir ku di asta cîhanê de hêza jinên kurd a guhertin û veguhertinê heye û wiha berdewam kir: “Li Rojava bi pêşengiya jinan şoreş çêbû, raperîna ku bi pêşentgiya jinan li Rojhilat dest pê kir zemînê vê ji me re amade kir. Ev ji me re bû hêz û firsend ku em vê pêngavê derbas bikin. Hem xwedî li deskeftinên jinên kurd derbikevin û hem jî ev hewledanên me û mekanizmaya ku em ava bikin bingeha yekitiya gelê kurd bû. Bi vê armanc û daxwazê di vê pêvajoya dîrokî de me xwest ku em berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê xwe pêk bînin. Ji xelekek pora jinên kurd raperîn çêdibe. Ev jî hêza jinên kurd diyar dike. Heger ku xelekek pora jinên kurd bibe sedemê raperînekê, wê demê jinên kurd dikarin gelek tiştan bikin. Di vê pêvajoyê de me hêza herî mezin ji têkoşîna jinên kurd a ku li her çar perçeyan ji bo nasname û deskeftiyên xwe didin girt. Bi yekitiya jinên kurd ancax em dikarin yekitiya gelê kurd misoger bikin.”

Em hêza hev in

Îmîr, anî ziman ku armanca xebatên wan ew e ku hêza her jineke çar perçeyên Kurdistanê bigihînin hev û wiha pê de çû: “Gelek sûdweriyên vê xebatê hene. Bakur çi bêje, Başûr jî heman tiştî dibêje. Rojhilat jî û Rojava jî heman tiştî dibêjin. Em weke jinên kurd ne Enfalê, ne jenosîda li ser Helepçeyê, ne Roboskê, ne jêrzemînên Cizîra Botan û ne jî Geliyê Zîlan ji bîr dikin. Ev zilm û zordariyên ku li ser welatê me hatine kirin ne qedera me ne. Xebatek heye, hewldanek heye û têkoşînek heye. Lê herkes li gorî parçeyê xwe diçe. Em dixwazin ku vê hêzê bînin cem hev. Kar û xebatên ji bo yekitiyê û bi hemû hêzên kurdan re hêz bide. Em bi vê xebatê dixwazin bibêjin ku alîgirên me, em bi xwe ne. Li Başûr çiqasî destkeftî hatibin bi dest xistin em weke destkeftiyên xwe dibînin. Em li destkeftiyên Başûr, yên Rojhilat û yên Rojava jî xwedî derdikevin. Em weke jinên kurd ên zehmetiyan dijîn divê em bizanibin ku sîgortaya hev ne, em hêza hev in. Dibe ku di navbera me de sînor danîbin lê bi sekna me û tekoşina me em ê wan sînoran jî bê wate bikin.”

Meanîzmayek hewce ye

Îmîr, diyar kir ku amadekariyên avakirina tifaqa jinên kurd li Başûrê Kurdistanê bi kelecaneke mezin hate pêşwazî kirin û ev tişt got: “Ev xebata me hefteyekê berdewam kir. Şandeya me li Silêmaniyê û Hewlêrê hevditin pêk anîn. Gelek partî, rêxistin saziyên serbixwe û kesayetên jin ên ku di civakê de tên nasîn me bi wan re hevditin kirin. Armanca vê hevditinê me parve kir. Bi keyfxweşî jî em hatin pêşwazîkirin. Me dit ku her kes li benda vê hevditinê bû. Em ê mekanîzmayekê ava bikin divê ku sekreteryayek be û yan jî platformek be. Di heman demê de dê demkurt û dem dirêj nexşereyên tekoşînê weke konferans, hevditin û her wiha di asta perwerdehiyê de çêbikin.”