6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Parlamentoya Iraqê, bi şandeyeke Şengalê re civiya

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di civîna bi şandeya Şengalê de ragihand ku ji bo pêşwazîkirina mafê hemû pêkhateyan li Iraqê, bi aliyên peywendîdar re kar dikin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand ku Serokê Parlamentoyê Muhammed Halbûsî bi şandeyeke xelkê Şengalê re civiyaye. Li gorî nûçeya Rojnewsê Helbûsî di civînê de guh daye pêşniyarên şandeyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêk û pêwîstiyên deverê. Di nava wan de jî rêveberî, ewlekarî û rewşa penaberan hatiye guftugokirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Serokê parlamentoyê di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo civaka êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî sucên dijî mirovahiyê hatine, aniye ziman.”

Di dawiyê de jî hate gotin ku Mihemed Helbûsî ragihandiye ku ji bo pêşwazîkirina mafê hemû pêkhateyan li Iraqê, bi aliyên peywendîdar re kar dikin.

Hêjayî gotinê ye duh şandek ji xelkê Şengalê li ser başkirina xizmetguzarî, rewşa li Şengalê serdana Bexdayê kiribû. Şande bi gelek berpirsên payebilind yên hikûmet û hizbên Iraqê re civiyabû.