3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karademîr: Çapemeniya di bin zextên desthilatê de ne azad e  

Edîtora Kurdî ya JINNEWS’ê Munewer Karademîr, der barê zextên li ser çapameniyê û rojnamegeran de axivî û diyar kir ku çapameniya di bin zextên desthilatê de ne azad e.

10 çileyê ji sala 1962’an ve li Tirkiyeyê weke Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pîrozkirin. Lê zextên li ser çapameniyê û kedkarên çapameniyê qet kêm nebûne û rojnamegerên bi pêkanînên zalîmane yên desthilatdaran re rû bi rû mane. Para herî zêde ya van zextan jî ji rojnamegerên kurd re hatiye veqetandin. Ji salên 1990’î ve gelek rojnamegerên kurd ji ber ragihandina heqîqetê hatine kuştin û girtin. Ev zext hê jî bi dawî nebûne.

Di sala 2022’yan de du operasyonên mezin li dijî çapemeniya kurd pêk hatin. Di van operasyonan de bi giştî 25 rojnameger hatin girtin. Li gorî daneyên rapora sala 2022’yan a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di sala 2022’yan de 29 rojnameger hatine girtin û li 76 rojnamegeran jî ceza hatiye birîn. Bi wesîleya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin Edîtora Kurdî ya JINNEWS’ê Munewer Karademîr, ji rojnameya me re axivî.

Bandora desthilatê ya li ser çapameniyê

Munewer Karademîr, diyar kir ku welatekî ku ji aliyê yek kesî ve bê birêvebirin ve çapeniyeke ku bixwaze bi awayekî azad rastî ji gel re ragihîne elbet wê bi zext û zordariya re rû bi rû bimîne û wiha got: “Çapemenî divê heqîqetê ji civakê re ragihîne. Çapemeniya ku alîgirê desthilatê be mirov nikare bibêje ew çapeniya azad e. Her rojnamegerek rewşa welatek nîşan dide. Desthilat li gor xwe dixwaze welat bi rê ve bibe, ev rewş bandora xwe li ser çapemeniyê dike. Ku çapenemî di bin siya desthilatdarê de bimîne ew çapemenî ne azad e. Dema çapemenî bi awayekî rexneyî tevbigere em dikarin bibêjin li wî welatî azadî wekhevî û demokrasî heye.”

Du caran zext li rojnamegerên jin tê kirin

Di berdewama axaftina xwe de Karademîr, balê kişand ser zextên ku li rojnamegerên jin tê kirin û ev tişt anîn ziman: “Li welatek zayendperestî lê hebe û çapemenî jî wekî qadeke mêran be, mêr lê zor zehmetî karê xwe bikin û jin jî hewl didin di wê qadê de kar û xebatên xwe bi meşînin zor û zehmetiyên jinan bêtirin. Ji ber ku jin hem ji ber karê xwe hem jî ji ber zayenda xwe zext li wan tê kirin. Ji ber wê li rojnamegerên jin du caran zext tê kirin. Herî dawî em dikarin ji bo hevalên me yên rojnameger vana bibêjin ev demeke dirêj e zext li ser rojnamegeran heye û têne girtin, ji ber ku ew heqîqetê derdixin holê têne girtin. Sibê roja rojnamegeran a cîhanê ye em ê jî ji bo hevelên xwe bi têkoşin heta neyin berdan.” AMED