13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî biryarên bidarvekirinê yên Îranê bertekên navdewletî

Biryarên ku ji dadgehên Îranê der barê bidarvekirina xwepêşandêran de derdikevin di nava raya giştî ya Îranê û navdewletî de bû cihê nerazîbûnên tund.

Herî dawî dadgeha Îranê der barê 3 xwepêşandêrên din de biryara darvekirinê daye û ev yek bû sedema nerazîbûnan û ambargoyên nû li dijî rayedarên îranê.

Di vê çarçoveyê de Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan piştî şermezarkirina bidarvekirina Mihemed Mehdî Karmî, Mihemed Huseynî û darvekirinên din ên hatine ragihandin, der barê van kiryaran de wiha got: “Em bi hevkarên xwe yên li çaraliyê cîhanê re dixebitin ji bo ku demildest dawî li van binpêkirinan were. ”

Çalakvanê reformxwaz û parlementerê berê yê parlamentoya Îranê, Husên Mereşî, bal kişand ser bidarvekirinên vê dawiyê û wiha got:  “Çima hûn rêzê li yasaya dadgehê bi taybetî mafên tawanbaran nagirin û çima we rê neda ku tawanbar di proseya dadgehkirinê de parêzerekî xwe hebe û çima ev qas nepenî û çima ev qas guhnedana ramanên pispor û hiqûqnasan û çima ev qas lezgînî di wan biryarên we yên darvekirinê de hene ?”

Banga Papayê Katolîkên cîhanê

Papa Fransîs, Papayê Katolîkên cîhanê, di hevdîtina xwe ya salane ya ligel balyoz û nûnerên welatên biyanî li Vatîkanê, bo yekem car bidarvekirina xwepêşandêran li Îranê şermezar kir.

Papa Fransîs axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Cezayê bidarvekirinê ji bo edaleta dewletê nayê bikaranîn, ji ber ku ew ne rêgir e û ji bo mexdûran edaletê pêk nayine, lê tenê tîbûna tolhildanê zêde dike.”

Banga Yekitiya Ewropayê

Yekîtîya Awropayê jî gazî balyozê rejîma Îranê kir û daxwaza endamên xwe ji rejîma Tehranê re dubare kir û got ku bidarvekirina xwepêşandêran rawestînin.  Almanya, Fransa û Ingilîstanê jî bi awayekî serbixwe gazî dîplomatên payebilind ên Îranê kirin.

Stefano Sannino, Sekreterê Giştî yê Dezgeha Çalakiyên Derve yên Ewropayê ragihand, ku vê yekîtiyê gazî Husên Dehqanî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê kiriye û nerazîbûna xwe li hember bidarvekirinan nîşan daye û daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kiriye ku tavilê hukmên îdamê yên hatine derxistin, betal bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî lîsteyek navê 109 xwepêşandêran ku bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne, weşand ku di nava wê lîsteyê de navê Mihemed Borugnî û Mihemed Qebadlû hebû.

Metirsiya îhtîmala bidarvekirina van her du xwenîşandêran (Mihemed Borugnî û Mihemed Qebadlû) bû sedem ku malbatên wan doh serê sibehê li ber girtîgeha Recayî Şehr kom bibin û daxwaz ji sazî û kesayetiyên mafên mirovan kirin ku rê li ber kuştinên din ên hikûmetê bigirin.