28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê alîkariya Sûriyeyê 6 mehê din dirêj kir

Konseya Ewlekariyê alîkariya Sûriyeyê 6 mehê din dirêj kir lê ji 4 deriyên sînor tenê destûr dîsa ji bo deriyê Bab El Hewa ê di ser Tirkiyê re diçe Idlibê hate dayîn

Konseya Ewlekarîyê gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Hawa yê Tirkiyê bo bakurê rojavayê Sûriyê bo 6 mehên din dirêj kir.

Çavê her kesî li Rûsyayê bû, ku şandina alîkariyên ji sînor veto bike. Rûsya demeke dirêj e ku hewil dide ku hemû alîkariyên navdewletî di deverên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de werin kirin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres der barê rewşa mirovî ya Sûriyê de wiha got: “Rewşa mirovî ya xirab li Sûriyê her ku diçe xirabtir dibe.”  Her wiha der barê rewşa şert û mercên zivistanê de Guterres wiha got: “Heke şandina alîkariyê ji Tirkiyê bo bakurê rojavayê Idlibê neyê nûkirin, dibe ku bi milyonan sûriyeyî ji zivistana dijwar rizgar nebin.”

Li gorî biryara nû ya Konseya Ewlekariyê dê alîkariyên mirovî heta 6 mehên din jî di riya deriyê sînor ê Bab El Hewa derbasî aliyê Idlibê bibin.  Mixabin Guterres vê yekê ji bo koçberên Efrînê ên li Şehbayê vê yekê nabîne û nabihîze. Her wiha ji bo rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê de jî vê yekê nabîne.

Dîsa bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate piştguhkirin

Di serdema beriya vê de dîsa gelên ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn bang li rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kiribûn ku deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re jî were vekirin lê ev daxwaza wan dîsa nehate bihîstin.

Beriya demekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û tê de daxwaza vekirina deriyê sînor yê Til Koçer kir. Di nameya Rêveberiya Xweser de wiha hatibû gotin: Em vê nameyê ji Sûriyeyê, bi taybet ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji we re dişînin. Tê de bi kurtî rewşa mirovî ya xirab ya bi milyonan xelkê herêmên me (xwecihên herêmê û yên ji herêmên din ên Sûriyeyê berê xwe dane herêmê) vedibêjin. Wekî hûn jî dizanin gelek alî herêmên me dorpêç dikin û şantaja siyasî dikin û rewşa mirovî bi kar tînin.

Di berdewamiya nameyê de wiha tê gotin: Nêzî 15 biryarên navneteweyî der barê Sûriyeyê de hatin derxistin. Ji wan 4 biryarên têkildarî rewşa mirovî ne, biryarên hejmar /2193/, /2161/, /2191/ û /2258/. Em di wê baweriyê de ne ku NY`yê di aliyê pêşkêşkirina desteka mirovî û derbaskirina rewşa mirovî di ber çavan re bêyî cudakirin, saziyek pêşeng e. Lê mixabin, tiştê niha rû dide, bi taybet girtina deriyê Til Koçer (Yerûbiyê) ji 2021`an de bi vetoya Rûsya-Çînê, neheqiya li hember milyonan sivîlan e û dijberî hemû lihevkirinên navneteweyî ye, nexasim e ku hin alî hene ku rewşa mirovî li Sûryieyê polîtîze dikin.