13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çepgiriya Çand-avêj

Divê em heqê wî nexwin Marx ekonomîstekî baş û serkeftî ye, bi taybetî jî teoriya wî ya “fetîşîzma metayan” teoriyeke pêşketî ye. Lê belê çewtiya me kurdan tam jî ji vir diqewime. Derdê me kurdan ne derdekî ekonomîk e ku bi ekonomistiya Marx çareser bibe; derdê me kurdan derdekî neteweyî ye, derdekî çandî ye, derdekî asîmîlekirina miletekî ye, jenosîd e, înkar e, dagirkerî ye… Ekonomî ji kurdan re derdekî talî ye, ne derdekî pêşî. Divê kurd berê qir nebin, dûr e ekonomî. Divê kurd berê tune nebin ku ekonomî bi kêrî tiştekî were. Ma mirovê qirbûyî jê re çi wateya ekonomiyê heye? Ev, tê wê wateyê ku wek em bêjin, ka em vî meytî têr bikin ji bo sax bibe!?

Marx dibêje, keda karkeran tê talankirin, û pir baş jî vêya dipeyitîne bi teoriya xwe ya “nirxê zêde”. Ev, karekî baş e helbet, lê belê kurd ne bi tenê karkerên wan, dewlemend, rewşenbîr, xwendekar, jin, mêr, zarok, mezin, oldar, bê ol… hemû civak, mafê wan hatiye binpêkirin; ji ber vê, Marx û teoriya wî ya aboriyê “têr”a civaka kurdan nake, ji kurdan re hindik e, kêm e. Derdê kurdan derdekî pir giran e, bi marksîzmê çareser nabe. A ku vê gavê em guh bidinê ne marksîzm e, “neteweya demokratîk” e. Ji me re “neteweya demokratîk” ji marksîzmê girîngtir û pêştir e. Ramanên ku di marksîzmê de kêm in, di têgeha “neteweya  demokratîk” de tam û sererast in.

*

Kurd nikarin bibin movik an jî teriya marksîzma tirkan; ji ber ku yekî wek helbestkarê wan ê mezin Nazim Hikmet bixwe jî  – ku komunîst û marksîstekî bi serê wî tê sondxwarin –  taliya talî kemalîstek e. Nazim Hikmet, ew Mustefa Kemalê ku kurd înkar kirine û kurdî qedexe kiriye derxistiye ber perê ezmanan, ew kiriye şêr, ew kiriye hût. Lê heman Nazim Hikmet, ji bo kurdan û Kurdistanê qet xwe neêşandiye, ne Kurdistan nas kiriye ne jî kurd; qala milet û nijadên bindest kiriye lê gava dor hatiye ser kurd û Kurdistanê xwe kerr û lal kiriye. Gava kurd di bin guhê Nazim Hikmet de li ber çavê wî tune dibûn, wî xwe kor kiriye, deng û his ji xwe neaniye, qet qala êş û azadiya kurdan nekiriye. Baş e, wê çaxê, kurd çima ji Nazim Hikmet hez bikin? Helbestkarekî baş e, dibe! Aragon, Eliot û Mayakovsky jî helbestkarên baş in, hetta jê jî baştir; ka kurd bi qasî ji Nazim Hikmet hez dikin ji van helbestkarana jî hez dikin? Na. Heke kurd ji van helbestkarana zêdetir, bi qasî tirkan ji Nazim Hikmet hez bikin, ev tê wê wateyê ku kurd ji kurdbûna xwe dûr ketine û bûne tirk. Ji bilî çend navên dilpak û biwijdan (ên wek Vedat Türkali) heta niha çepgiriya tirkan a kemalîst her tim xwestiye kurdan bikin tirk; wekî din çepgiriya wan bi kêrî tiştekî kurdan nehatiye. Divê çepgirên kurd hay ji vê handîkapê hebin, çepgiriya kemalîst feqek e ku li ber kurdan hatiye vedan.

*

Çepgirên kurd ên bê çand, ji dêvla nasnameya miletbûnê nasnameya îdeolojiyê bi kar tînin. Çanda xwe davêjin, lê xwedî dernakevin, bi îdeolojiya xwe ya marksîst digirin û dipesinin. Gava tu ji wan dipirsî, “Bavê we kî ye?” Bibên, “Xalê me Marx e.”

Çepgiriya kurdan di bin bandora ramanên marksîst ên “ekonomîst” de fesilî. Di demên nûjen de kurdan bingeha xwe ya rêxistin û rêxistinkariyê bi xêra marksîzmê saz kir, di vî warî de marksîzm baş bû û bi kêrî kurdan hat, lê di mijara çand û ziman û neteweyî de marksîzmê gelekî zerar da kurdan. Ev hem sûcê kurdan bû û hem jî sûcê bîrdoziya marksîzmê bû. Mixabin, lê marksîzm bi teoriya xwe ya ekonomîst nikare pirsgirêka ti neteweyê çareser bike, her wiha marksîzm bi ekonomîzma xwe nikare pirsgirêka jinan, a hevzayendan, an jî ya reşikan çareser bike. Jin, kurd, hevzayend an jî reşik û her wekî din kom û kategorî, vana dewlemend bin jî xizan bin jî qîmetê wan tune ye. Di vir de mesele ne karker û karsaz in, mesele serdest û bindest in.

Di nav kurdan de şexsiyetên marksîst ên li çand û ziman û neteweya xwe xwedî derdikevin hene, lê belê vana ne ji ber ramanên xwe yên marksîst li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin, ji ber ramanên xwe yên neteweyî lê xwedî derdikevin. Her çend ev kes xwe wek marksîst bi nav bikin jî, di bingeha xwe de pratîkên wan giş neteweyî ne. Ango çandparêziya van şexsiyetên marksîst ji marksîzmê nayê, ji ruh û hiş û wijdan û berxwederiya wan a kurdayetiyê tê.

*

Vê gavê çepgiriya kurdan bûye du felqe: “Çepgiriya çandparêz” û “çepgiriya çandavêj”.

Çepgirên kurd marksîst an jî ne marksîst ger “çandparêz” bin ev baş e û rêya wan rast e, lê na ger “çandavêj” bin rêya wan çewt e. Çepgirî têgeheke fireh e, Marksîzm bi tenê şaxekî wê ye. Çepgirî pêşverûtî ye, mafnasî ye, xwenasî ye, kedparêzî ye, çavtêrî ye, xerîbdostî ye, wekhevîxwazî ye, azadîxwazî ye, zanînhezî ye… Çepgirî ne çandavêjî ye, çandparêzî ye.

Heta Gramsci di tevgera çep û çepgiriyê de qîmetê çandê nehatibû famkirin, lê Gramsci nîşan da ku bê çand nabe, bê çand têkoşîn kêm e, qels e, û ne pêkan e mirov bi ser bikeve. Desthilatdar bi sazî û qenalên xwe yên çandî dikevin her qulê, xwe berdidin hundirê giyanê bindestan, û çanda wan pûç dikin û ji dêvla wê çanda xwe diçînin. Piştî vê operasyonê, bindest di şerê xwe de qezenc jî bikin winda jî bikin, mesele diqede, êdî tune dibin.

*

Çepgiriya çandavêj a kurd, nexweşiya bêçandî ya sosyalîzma ortodoks derbas nekir, tê de vegevizî û fetisî. Vana ji xwe re dibên em kurd in, lê pratîk, refleks, hiş û hîsên wan bûne tirk. Bi piranî jî di bin bandora çepgiriya serdest a kemalîst a înkarker de çanda kurdî girîng nehesibandin, vala dîtin.

Çanda kurdan miribû ya jî mabû zêde ne xema wan bû, xema wan sosyalîzm hebûya, Marx hebûya, îdeolojî hebûya, ev bes bû. “Çepgirên çandavêj” ji ber ku ji çavkaniya çanda xwe dûr in pir zuha ne, siyaset û aboriyê ew hişk kirine. Vana, xwe nas nakin, civaka xwe baş analîz nakin, ji xwe biyanî ne, dûrî xwe nêzîkî xelkê ne. Çepgiriya kurdan a çandavêj fedî dike û newêre li nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derkeve, newêre û fedî dike li “neteweya demokratîk” xwedî derkeve û bibe neteweperwerekî demokratîk. Li gorî çepgiriya çandavêj, madem çepgiriya tirk li nasname û çanda kurdî xwedî dernediket, wê çaxê ne hewce bû ku ew jî lê xwedî derketa. Lê dijberî wê, çepgiriya kurdan a “çandparêz” rêgez û rêbazên wê rast in, ew çanda xwe nakin bi qurbana marksîzmê. Wan rastiya welat û neteweya xwe baş destnîşan kiriye, li ser bingeheke rast wan xwe ji nû ve ava kiriye; ji ber wê jî ramana wan resen e. Lê belê ev resenî di “çepgiriya çandavêj” de nîn e, ew îmîtasyoneke çepgiriya kemalîst e. “Çepgiriya çandavêj” tevî ku kurd e jî wek oryantalîstan nêzîkî kurdan dibe. Divê bê zanîn ku hewcedariya kurdan ne ji kurdên oryantalîst û ne jî ji tirkên oryantalîst heye.