8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstikên hilbijartinê veguherîn kuştinên siyasî

Desthilata ku mijarek herî biçûk jî dike egera hebûn û tunebûna Tirkiyeyê li hember kuştina endamên xwe çawa çêdibe ku ew qas bêdeng dimîne. Heger wan bixwe ev kuştin pêk neanîbe çima heta niha tu daxuyanî nedane?

MHP, ji bo karên qirêj ên desthilatdariyê pêk bîne ji hêla gladiyoya NATO’yê ve hatiye avakirin. Serokê wê yê yekemîn Alparslan Turkeş ji Amerîkayê hatiye perwerdekirin û piştî vegeriya Tirkiyeyê komkujî û suîqestên siyasî zêde bûne Ji van komukujiyan yek jê Komkujiya Gurgumê ye. Bi komkujiyan re li hemberî pêşengên civakê suîqestên siyasî jî pêk hatine. Gelek pêşengên çepgir bi destên kontrayên MHP’î ve hatine kuştin.

Dîroka MHP’ê tev bi reşkujî û şerê navxweyî dagirtiye û bûye bela serê gelên Tirkiye û Kurdistanê. MHP ji bo peywira xwe ya qirêj bidomîne Ocaxên Ulkucu ava kir û hemû planên qirêj li ser vî navî pêk anîn. Vê jî rê li ber komkujiyên hovane vekir. Ev hovîtiya MHP’ê piştî demekê lê vegeriya û veguherî şerê navxweyî. MHP ji firotina tîryakê û fihûşê bigirin heta çeteyên mafyayê, kete nav hemû kar û barên qirêj. Gelek çeteyên MHP’î di şerê navxweyî de hatin kuştin. Herî dawî Serokê Giştî berê yê Ocaxên Ulkucuyan Sînan Ateş di 30’ê kanûnê de li Enqereyê hat kuştin. Bi kuştina Ateş re careke din qirêjiya nav MHP’î derket holê.

10 kes hatin girtin

MHP û AKP bi rojan kuştina Ateşnexwest bibîne. Ev jî gumanên li ser vê bûyerê zêdetir dike. Serdozgeriya Enqereyê rojên pêşî hewl da ku kuştina Ateş wekî kuştineke ji rêzê nîşan bide. Li ser bertekan serdozgerî lêpirsîna xwe berfireh kir.  Di nava wan de kesên ku rêveberên MHP’ê ne tê de herî kêm 18 kes hatin binçavkirin. Ji wan Rêveberê MHP’ê yê Stenbolê Ufuk Kokturk, endamên tîmên taybet Murat Can Çolak, Aşkin Mert Gelenbey û kesên bi navê Vedat B., Hakan S., û Zekeriya A. Bi tevahî 10 kes hatin girtin. Tê payîn ku hejmara binçavkirî û girtiyan zêdetir bibe. Xala herî girîng a ku tê meraqkirin ew e gelo dê bi ser kesên fermana vê kuştinê dane de jî biçin an na? Di nava raya giştî de aliyê ku herî zêde tê meraqkirin ev e. Her çiqasî navê parlamenterê MHP’ê yê Mersînê Olcay Kilavûz di vê kuştinê de derbas dibe jî heta niha der barê wî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.

Hat zanîn ku parlamenterê MHP’ê yê Mêrsînê Olcay Kilavûz 4 roj beriya büyerê çûye serdana Wezîrê Karê Hundirîn Suleyman Soylû. Balkêşe ku piştî her bûyerên qirêj wêneyên bersûcan bi Soylû re derdikevin holê. Ev jî têkiliya Soylû ya di van bûyeran radixe berçavan. Rêveberê navendî berê yê Ocaxên Ulkucuyan Tolgahan Demîrbaş ê ku navê wî di kuştina Ateş de derbas dibe li mala parlamenter Kilavûz de hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku Kilavûz xwestiye bi nasnameya xwe ya parlamenteriyê binçavkirina Demîrbaş asteng bike û ji polîsan re ev tişt gotiye: “Hûn biçin bila xwediyê we bên.”

Serçete Peker hişyar kiribû

Weke tê zanîn serçete Sedat Peker beriya demekê bal kişandibû ser van kuştinan û ev tişt gotibû: “Di nêzî hilbijartinan de wê AKP-MHP gelek cînayetên siyasî pêk bînin. Ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve wê her cûre pêlîstokan bikin û cînayetên veşartî pêk bînin û her wiha wê gelek bombeyan li metropolan biteqînin û bavêjin ser rêxistinên din. Heta ji bo vê desthilata AKP-MHP’ê amadekariyên pir mezin kirine.”

Hîn ev bûyer nehatibû ronîkirin, xebera kuştina jina bi navê Gîzem Memîoglu hat. Memîoglu, serokê berê yê Baskên Jinan a MHP’a Kastamonûyê bû û li mala xwe bi awayekî biguman kuştî hat dîtin. Heta niha ji aliyê AKP-MHP’ê ve li ser bûyeran tu agahiyeke fermî nehatiye dayîn. Ev jî dide diyarkirin ku lîstikên pir qirêj ketine meriyetê û wê xebata hilbijartinê bi xwînê bidin meşandin. Li ser kuştina Ateş heta niha tenê hevkarê AKP-MHP’ê yê biçûk serokê Partiya Vatan Dogû Perînçek daxuyanî da. Perînçek  dı daxuyaniyê de parastina hevkarên xwe kir û riya ku bê çawa li  van bûyeran were girtin nîşanî hevkarên xwe da. Perînçek wiha got: “Ev kuştin ji aliyê kesên ku dixwazin zirarê bidin MHP’ê ve hatiye kirin.”

Desthilata ku mijarek herî biçûk jî dike egera hebûn û tunebûna Tirkiyeyê li hember kuştina endamên xwe çawa çêdibe ku ew qas bêdeng dimîne. Heger wan bixwe ev kuştin pêk neanîbe çima heta niha tu daxuyanî nedane û xwedî li cenazeyê endamê xwe derneketine? Heke bi wêrekî bi ser vê bûyerê de biçin wê ev yek bibe destpêka deşîfrekirina qirêjiyên AKP û MHP’ê. Ji niha ve derket holê ku ev bûyer di destên wan de teqiya ye.