2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevpeymana Civakî wekheviyê diparêze

Hevserokê Meclîsa Giştî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferît Atî têkildarî Hevpeymana Civakî ku di 12’ê kanûna 2023’an de hat îmzekirin nirxandin kir. Atî anî ziman ku li ser pêdivî û daxwaza pêkhateyan ev Peyman hatiye îmzekirin û ev Peyman wekheviya civakan diparêze.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê kanûna 2023’yan de bi tevlêbûna hemû pêkhateyan û 158 delegeyan  Hevpeymana Civakî hat îmzekirin. Bi vê hevpeymana civakî, dê hemû pêkhateyên netew û baweriyan xwedî heman maf bin. Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferît Atî têkildarî Hevpeymana Civakî ku di 12’ê kanûna 2023’an de hat îmzekirin nirxandin kir.

Ferît Atî anî ziman ku Hevpeymana Civakî di 12’ê Kanûna 2023’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat îmzekirin û wiha got: “Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyetê de hat îmzekirin. Ji ber li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2011’an de li tevahiya Sûriyeyê serhildanek pêk hat. Gelê me jî xwest xwe bi rêxistin bike û xwe bi rêve bibe. Ji bo gelê kurd xwe biparêze gavên dîrokî avêt. Gelê me ji bo li dijî zilm û zorê hilde dest bi xebatên nû kir. Bi vê hamleyê got ez li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelekî zindî me. Piştî şoreşa 19’ê tîrmehê gelê me dest bi xwerêxistinê kir. Me xwest di beşên siyasî, aborî, civakî û hemû beşên civakê de gelê xwe bi rêxistin bikin da ku karibe xwe li dijî êrîşan biparêze. Me xwest em gelê xwe ji hemû êrîşan biparêzin. Me gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser asta Tevgera Civaka Demokratîk civaka xwe bi rêxistin kir. Bi taybet me aliyê parastinê bi rêxistin kir. Gel biryara ‘Em ê xwe bi xwe bi rêve bibin da. Li ser vî esasî meclîs û rêxistinên sivîl hatin avakirin. Beşên xizmetê hatin avakirin. Piştî 19’e tîrmehê rejîma Sûriyeyê hêza xwe ji herêma me derxist û em neparastin. Di Çileya 2014’an de li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê kantonên rêveberiyên xweser hatin avakirin.

Piştî rêveberiyên van kantonan hatin avakirin, li gorî rêveberiyan hevpeymanek hat îmzekirin. Ji bo ku civak karibe xwe biparêze, bi rêve bibe û pêdiviyên jiyanê peyda bike peymanek hat îmzekirin. Bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi taybet li dijî Kantona Kobanê şerekî hov hat destpêkirin. Lê gelê me li Kobanê bi ruhekî fedayî li ber xwe da û nehişt ku Kobanê têkeve destê DAIŞ’ê.

Cîhan bû şahidê berxwedanê

Dinya bû şahidê vê berxwedana gel a li dijî DAIŞ’ê. Di vê berxwedanê de jî jinan pêşengî kir. Jinan li Kobanê li dijî zilma hezar salan li ber xwe da û nîşan da ku dikare li ber xwe bide û serî rake. Nîşan da ku jin dikare pêşengiya şoreşa Rojava bike. Hat dîtin ku hin dewletan ji bo Kobanê têk biçe û şoreşa 19’ê tîrmehê têk biçe alîkarî bi terora DAIŞ’ê re kirin. Têkçûna terora DAIŞ’ê ji bo gelê Rojava, gelê Rojhilata Navîn û cihanê gavek nû ye. Dinya alem bû şahidê berxwedana dîrokî.

Atî li ser armanca hevpeymanê û naveroka hevpeymanê jî rawestiya û wiha got: “Piştî herêmên din ên wekî Kobanê, Minbic, Reqqa û Dêrazor ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, di 6’ê kanûna 2018’an de bi lez Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Kar û xebatên xwe li ser asta 7 herêman meşandin. Ev xebat heta dawiya 2023’an berdewam kirin. Tevî zor û zahmetiyan Rêveberiya Xweser kar û xebatên xwe kir. Lê vê yekê têrê nekir. Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevre gotin; ‘Pêdivî bi Hevpeymanek Civakî heye da ku em karibin baştir û serkeftîtir xwe bi rêve bibin. Em hemû beşên civakê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo em bêtir xwe biparêzin û pêdiviyên civakê temîn bikin, bi hevre peymanekê îmze bikin.’ Li ser vê pêdiviyê Rêveberiya Xweser biryar girt ku Hevpeymana Civakî îmze bike. Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî biryar girt ku komîteyek fireh ava bikin ku karibin reşnivîsekê (peşnûme) ava bikin. Biryar hat girtin ku 158 kes beşdarî amadekariya pêşnûmeyê bibin. Ev kesana dê hemû beşên civakê temsil bike. Nûnerên rêveberiyên xweser, partiyên siyasî, civaka sivîl, tevgera jin, tevgera ciwanan û nûnerên tevahiya civakê beşdar bûn û li ser vê yekê xebatek kirin. Piştî civînên berfireh pêk hatin, ji nava 158 kesan 30 kes hatin bijartin. 30 kesan pêşnûme amade kirin û pêşkêşî komîteya fireh a 158 kesan kirin. Vê komîteyê di nava şert û mercên dijwar de piştî salek û nîvekê ev pêşnûme amade kirin û pêşkêşî lijneya fireh kirin. Piştî nerînên gel li ser pêşnûme hat girtin, dîsa civînek gel hat girtin. Li Reqqa cîvana gel pêk hat. 4 rojan berdewam kir. Bi tevlêbûna komîteya fireh a 158 kesan û pêşniyarên nûnerên gel civîn pêk hat. Li gorî pîvanên navneteweyî û berjewendiyên tevahiya civakê lihevkirinek pêk hat. Ev pêşnûme ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê ye. Ev hevpeyman bi tevlêbûna hemû beşên civakê û erêkirina hemû beşên civakê hat îmzekirin. Li gorî vê hevpeymanê dê hiqûqa civakê, bi çi awayî be, civak dê çawa biryarên xwe bigire, dê çawa xwe bi rêve bibe û çawa meclîsên xwe avabike, li ser vê bingehê di 12’ê kanûna 2023’an de Hevpeymana Civakî hat erêkirin.

Projeya civakî û demokrasiyê ye

Ferît Ati, da zanîn ku hevpeyman ji 136 xalan pêk tê û wiha dirêj kir: “Bi vê modelê dê hemû civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevre û di nava hev de bijî. Dê hemû bawerî, netew û beşên civakê xwedî heman maf bin. Kurd, ereb, aşûrî, suryanî, ermen, tirk dê bi hevre kar û xebatên civakê bimeşînin. Ev projeyeke civakî û demokrasiyê ye. Em zêdetir bala xwe dikişinin ser civakê ku xwe karibe bi rêve bibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye hat îspatkirin ku civak bi rêxistin be, bêyî desthilatê dikare xwe bi rêve bibe û xwe biparêze. Li herêmê gelek netew hene. Ermen, çerkez, suryan, erem, kurd û tirk hene. Dê têkiliyên van neteweyan li ser esasê demokrasiyê pêş bikeve. Dê li gorî pîvanên Konfederalîzma Demokratîk pêş bikeve. Dê hemû pêkhate û hemû gel bi hevre tev bigerin û xwedî heman maf bin. Berjewendî û mafê her kesî di nava vê peymanê de heye. Hemû civak û bawerî dêkaribe xwe bi xwe bi rêve bibe. Her beşekî civakê dê li gorî bawerî û nasnameya xwe xwe bi rêxistin bike û biparêze. Em dibêjin welatên pir reng welatên xurt û bi hêz in. Lê welatê yek reng û desthilat, li wir demokrasî  pêş nakevin. Kêmosî bi dawî nabin.

Ferît Atî, li ser nêzîkatiya pêkhateyên din jî rawestiya û wiha got: “Civak û pêkhateyên din tev di aliyê ziman, bawerî û çandê de wek hev in. Hemû pêkhateyên civakê bi hevre îmze kiriye. Di sazî û rêxistinên me de nûnerên hemû civakê de hene.”

Atî têkildarî bandora modela li ser Rojhilata Navîn jî rawestiya û got: Gelê Rojhilata navîn tev wek hev in. Li rojhilata navîn gelek millet, netew, ol hene. Ev ji bo çareseriya gelan a Rojhilata Navîn dê bibe model. Ev çareseriya hemû gelan e. Wê bibe mînaka azadiya jin a Rojhilata Navîn. Azadiya jin xalek esasî ya Hevpeymana Civakî ye. Ev dê ji bo hemû jinên cîhanê dê bibe mînak. Bi taybet jî dê ji bo jinên Rojhilata Navîn bibe mînak. Pirsgirêka Jin li Rojhilata Navîn pirsgirêkek pir mezin e. Divê bê çareserkirin.

Jin azad nebe civak jî azad nabe

Atî bilev kir ku wan di hevpeymana civakî de bêtir bala xwe dane ser pirsgirêkên civakî û wiha domand: “Çareseriya pirsgirêka civakê jî di azadiya jinê de derbas dibe. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Me di peymanê de rolek pir mezin daye civakê. Hemû pêkhateyên ku Hevpeyman îmze kirine bi hev re rol dane jinê. Heta ku pirsgirêka jinan çareser nebe, pirsgirêkên civakan jî çareser nabe. Divê jin û mêr bi her awayî wekhev in. Wekheviya mêr û jin xalek sereke û sabît e. Me dît ku li Kobanê bi pêşengiya jinê DAIŞ têk çû. Jin dê pêşengtiya rûmeta gelan bike.”

Atî li ser êrîşên li diji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxandin kir û wiha bi dawî kir: “Em hemû êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Em vê Hevpeymana Civakî tu carî li ser cîran û gelan xeter nabînin. Pirsgirêk bi şer çareser nabe. Bi taybetî divê gelê Tirkiyeyê li dijî van êrîşan derkeve. Ji ber ku ev hevpeyman ne li dijî gelan, neteweyan û olan e. Divê tu kes vê peymanê ji bo xwe xetere nebine. Ev êrîş li dijî mirovahiye pir xeter in. Divê civakên navneteweyî zorê li Tirkiyeyê bike ku êrîşan neke.”